Li Kobanê rogarên avê têne çêkirin

Şaredariya Gel a Kobanê dest bi projeya çêkirina rogarên avê li taxên bajarê Kobanê kiriye.

Li Kobanê rogarên avê têne çêkirin
Li Kobanê rogarên avê têne çêkirin
Li Kobanê rogarên avê têne çêkirin
31 ÇILE, 2019   12:35

STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Ev du sal e li bajarê Kobanê dema baran dibare, ji ber nebûna rogeran lehî radibe û av derbasî malên şêniyan dibe. Şaredariya Gel a bajarê Kobanê ji bo rêgirtina li pêşiya vê pirsgirêkê, dest bi çêkirina rogarên avê li taxên Kobanê kir.

Têkildarî mijarê, yek ji endezyarên şaredariyê Ziyad Hecî da zanîn ku ev demek e wan dest bi projeya çêkirina rogaran kiriye û wiha dewam kir: “Me destpêkê, li taxa Botan Xerbî rogar çêkirin û di 20 rojan de hemû rogarên taxê hatin çêkirin.”

Hecî teqez kir ku dê di demên pêş de li hemû taxên Kobanê wekî Taxa Şehîd Kawa, Taxa Xebatkar û taxa Kaniyan Kurdan dest bi projeya çêkirina rogaran bikin.

 ANHA