Ji ber petrola rijiya ser rê, 4 qeza çêbûn

Ji ber ku petrol ji sarincan rijiya ser rêya navneteweyî ya di navbera kantona Cizîrê û bajarê Helebê de, 4 qezayên trafîkê çêbûn.

Ji ber petrola rijiya ser rê, 4 qeza çêbûn
Ji ber petrola rijiya ser rê, 4 qeza çêbûn
31 ÇILE, 2019   11:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya navneteweyî ya di navbera kantona Cizîrê û bajarê Helebê de 4 qezayên trafîkê pêk hatin. Qeza, li ser rêya di navbera sewamiyên bilind û şîrketa kehrebeyê a Mebrûka ya girêdayî herêma Serêkaniyê de pêk hatin. Di encama rijîna fiyola ji sarincên veguhestina petrolê de, dema ku ajokar jî bi lez diajon, qeza pêk tên.

Hêzên ewlehiya trafîkê ji nûçegihanên me re diyar kir ku di encama qezayan de zirarên mezin di erebeyan de derketin, 2 ajokaran jiyana xwe ji dest da û hejmara birîndaran nehatiye zanîn.

Ewlekariya rê hemû ajokar hişyar kirin ku eger nêzî herêma di navbera sewamiyên bilind heta şîrketa kehrebeyê ya Mebrûka bûn, bila erebeyan hêdî biajon, heta ku rê ji petrolê bê paqijkirin.

(bm)

ANHA