‘DAIŞ bi saya QSD`ê têk çû’

Li gorî raporên Amerîkayê, çeteyên DAIŞ`ê heta asteke mezin li Sûriyê têk çûne û niha tenê li bejahiya Dêrazorê mane û ev yek jî bi saya şervanên QSD’ê û hevalbendên wê yên Koalîsyona Navneteweyî pêk hatiye. 

‘DAIŞ bi saya QSD`ê têk çû’
31 ÇILE, 2019   11:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskara bi navê Caroline Alexander ji ajansa Bloomberg a Amerîkayê re têkildarî biryara serokê Amerîkayê ya vekişanda hêzên xwe ji Sûriyê axivî.

Caroline Alexander wiha got: "Rêxistina terorîst li Sûriyê û Iraqê ji aliyê gelek hêzan ve heta asteke mezin hate têkbirin. Lê DAIŞ bi dawî nebûye û li Sûriye û Iraqê şer dikin û xwe amade dike ku careke din ji nû ve xwe ava bike. Her wiha komên girêdayî wê jî li tevahiya cîhanê û bi taybet li Afrîkayê, tevliheyê çêdikin.”

Caroline Alexander di berdewama axaftina xwe de ev tişt destnîşan kir: “Rêxistina DAIŞ`ê heta asteke mezin li Sûriyê têk çû û niha tenê di cihekî biçûk li bejahiya Dêrazorê maye. Ev têkçûna DAIŞ`ê jî bi saya şervanên Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) û hevalbendên wê yên Koalîsyona Navneteweyî ye. Lê ji aliyekî din ve jî rêveberên DAIŞ’ê û di serî de Ebû Bekir El-Bexdadî heta niha dijî û perspektîfan dide. Her wiha bingeha rêxistinî ya DAIŞ`ê heta niha saxlem e.”

(kc)