Nerazîbûna Rûsyayê li dijî çeteyên Tirkiyê zêde dibe

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova beriya kêliyekê di civîna çapemeniyê de ragihand ku Moskov ditirse ku li Idlibê terorîst çekên kîmyewî li dijî sivîlan bi kar bînin.

Nerazîbûna Rûsyayê li dijî çeteyên Tirkiyê zêde dibe
31 ÇILE, 2019   11:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdeva Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova di civîna çapemeniyê ya beriya çend kêliyan de wiha got: “Tiştê ku metirsiyê çêdike, raporên der barê hewldanên terorê de ne ku çekên kîmyewî li dijî sivîlên li Sûriyê bi kar bînin. Li gorî agahiyên li gel me heyî, komeke ji çalakgerên bi navê rêxistina mirovî "El-Xûz El-Beydaa" hin nexweşxaneyên li Idlibê bi alavên ku wan rewşan lêkolîn dikin, tijî kirine.”

Maria Zaxarova nerazîbûna Rûsyayê der barê rewşa Idlibê de diyar kir û wiha axivî: “Tevliheviyên li herêma bê çek ranawestin û çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam ku li wir dimînin, rojane herêmên sivîl lê hene bombebaran dikin û hêzên xwe li nêzî xeta bi hêzên Sûriyê re zêde dikin."

Di demên dawîn de daxuyaniyên berpirsên Rûs û nerazîbûna wan a der barê paşguhkirina hikumeta Erdogan de di pêkanîna îtifaqa Idlibê û kontorlkirina çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (CebheT El-Nusra ya berê) de li ser herêmê, zêde bûne.

Her wiha wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov beriya demekê wiha gotibû: "Li Idlibê hîn jî çavkaniya terorê heye û ev rastiyek e."

Bajarê Idlib bûye pelika zextê ya Rûsyayê li ser Tirkiyê û bi taybet Tirkiyê şaşiyeke mezin kir û hişt çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ku di lîsteya terorê de ye, hemû herêma bakurê rojava yê Sûriyê kontrol bikin.

(jo/bm)