Şêniyên Til Temirê li dijî tecrîdê meşek li dar xist

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir û gundewarên wê bi armanca destekdayîna çalakiya Leyla Guven, şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana girtîgehan em ê tecrîdê bişikînin" meşek li dar xist.

Şêniyên Til Temirê li dijî tecrîdê meşek li dar xist
Şêniyên Til Temirê li dijî tecrîdê meşek li dar xist
Şêniyên Til Temirê li dijî tecrîdê meşek li dar xist
Şêniyên Til Temirê li dijî tecrîdê meşek li dar xist
Şêniyên Til Temirê li dijî tecrîdê meşek li dar xist
27 ÇILE, 2019   13:33

HESEKÊ

Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destekdayîna çalakiya Leyla Guven û bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin" meşek li dar xist.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir û gundewarên tev li meşê bûn. Di meşê de ala Kongreya Star, PYD, wêneyên Leyla Guven û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meş ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe” û silavkirina berxwedana Leyla Guven hatin berzkirin.

Meş li Çerxerêya Şehîd Qendîl veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên meclisa navçeya Til Temirê Abdulbaqî Kotî axivî û berxwedana girtiyên di girtîgehan de silav kir û destnîşan kir ku dîroka wê berxwedana wan sala 1980`yan li girtîgeha Amedê dest pê kir.

Bi navê Kongreya Star a navçeya Til Temirê Eliya El-Îsa diyar kir ku ew ê heta dawiyê destekê bidin çalakiya Leyla Guven û hemû kesên ku di greva birçîbûnê de, ji ber ku mew nûnertiya îradeya gelê Kurdistanê dikin. Eliya destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker derfet da birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku tenê wî 15 deqeyan bibîne, lê tu kes bi vê yekê nayê xapandin û çalakiya wan dê berdewam bike.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Leyla Guven bi dawî bû.

(bx)

ANHA