Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş dest bi pêşwazîkirina nexweşan kir

Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş a navçeya Eyn Îsa di roja vekirinê ya destpêkê de yekemîn rewşên nexweşiyên navçeyê û gundewarên wê pêşwazî dike. Pêşwaziya nexweşan dê 24 saetan bidome.

Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş dest bi pêşwazîkirina nexweşan kir
27 ÇILE, 2019   13:27

GIRÊ SPÎ

Îro Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş ya navçeya Eyn Îsa û bajarokên girêdayî wê dest bi pêşwazîkirina nexweşan ji bo tedawîkirinê kir.

Di nexweşxaneyê de ku duh hate vekirin, beşên birînên giştî, beşa zarokan, beşa nexweşiyên jinan û beşa nexweşiyên hundirîn hene. Her wiha laboratuara bijîşkî û dermanxaneyek ku dermanan bê pere pêşkêş dike, hene.

Di vê derbarê de nexweşê bi navê Emîne El-Hesen ji kadroyên nexweşxaneyê re spas kir ku piştevaniya wê kirin û azara çûna herêmên dûr jê re kêm kirine.

Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş a navçeya Eyn Îsa pêşwaziya rewşên nexweşiyê di berdewama 24 saetan de didomîne. Her wiha dê di demên pêş de alavên din jî bên dabînkirin.

(fr)

ANHA