Şandeyên Minbic û Kobanê serdana çalakvanên Tebqayê kir

Şandeyên ji bajarê Minbicê û kantona Kobanê serdana çalakvanên greva birçîbûnê ya li bajarê Tebqayê kir.

Şandeyên Minbic û Kobanê serdana çalakvanên Tebqayê kir
27 ÇILE, 2019   13:40

TEBQA

Piştî ragihandina grevê bi çend seatan, şandeyên ji Meclisa Malbatên Şehîdan ên Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê û gelek endamên saziyên sivîl û leşkerî serdana navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê kir û şêniyên Tebqayê ragihand ku ew ê heta 6 rojan bikevin greva birçîbûnê.

Şandeya kantona Kobanê berxwedana şêniyên Tebqayê pîroz kir, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Emel El-Mistefa axivî û wiha got: "Berxwedana şêniyên Tebqayê pîroz e, ji ber ku gelê wê grev kirin çek li pêşiya faşîstan, îro şêniyên Tebqayê ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven û têkoşerên li zindanên dewleta Tirk dest bi greva birçîbûnê kir. Em ê çalakiyên xwe dewam bikin heta ku hemû daxwazên me û belavkirina projeya me ya neteweya demokratîk dewam bikin."

Emel El-Mistefa wiha domand: "Dewleta Tirk û çeteyên wê gefên xwe yên li dijî herêmên me dewam dike û hewl dide hevgirtina pêkhateyên me têk bibe."

Emel di dawiya axaftina xwe de soz da ku ew ê heta dawiyê li ser rêya şehîdan bimeşin. Paşê belgefîlma li ser jiyana têkoşer Leyla Guven û greva wê ya ku 80 roj e dewam dike, hate pêşandan.

ANHA