Li Reqayê xebatên sererastkirina deverên dîrokî

Komîteya Turîzm û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên sererastkirina deverên dîrokî ku di encama kiryarên DAIŞ‘ê de hatibûn wêrankirin, wekî muzexane, Sûra Reşîd, Bab Bexda û hin deverên dîtir didomîne. 

Li Reqayê xebatên sererastkirina deverên dîrokî
Li Reqayê xebatên sererastkirina deverên dîrokî
Li Reqayê xebatên sererastkirina deverên dîrokî
Li Reqayê xebatên sererastkirina deverên dîrokî
27 ÇILE, 2019   08:51

IMAR EL-XELEF / REQA

Çeteyên DAIŞ`ê binesaziya bajarê Reqayê xerab kir û êşên giran di dilê şêniyan de hiştin. Çeteyan gelek şûnwarên girîng li Reqayê û çanda wê dizîn.

Der barê mijarê de hevserokê Komîteya Turîzm û Şûnwaran Hesen El-Mistefa wiha axivî: "Em bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê  xebatên sererastkirina deverên dîrokî dikin. Ev yek bi rêya endezyarên pispor ên şûnwaran pêk tê ku careke din ev cihên dîrokî bibin mîrateya cîhanî di aliyê girîngî û dîrokî de."

El-Mistefa wiha pê de çû: "Em ê kargeha çêkirina qirmîdan ku bi rêya wê Tob El-Mişwî di firneyan de tê çêkirin, bikin da ku ji nû ve cihên şûnwar di serî  de muzexane û Sûra Reşîd û Bab Bexdayê sererast bikin."

ANHA