Wezareta Derve ya Iraqê êrîşên li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin

Wezareta Karên Derve ya Iraqê gulebarana hêzên Tirkiyê li ser welatiyên navçeya Şêladizê û bajarê Amêdiyê yên parêzgeha Dihok a Başûrê Kurdistanê, şermezar kirin.

Wezareta Derve ya Iraqê êrîşên li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin
27 ÇILE, 2019   08:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê wiha got: "Em xemgîniya xwe der barê kesên ku di encama wan êrîşan de şehîd bûn û ziyanên ku çêbûn de diyar dikin." Her wiha wezaretê destnêşan kir ku ew ê bang li sefîrê Tirkiyê yê li Berxdayê bike û biryarnameyekê der barê bûyeran de bidinê da ku careke din neyên dubarekirin.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê destnîşan kir ku ewlehiya welatiyan erka yekemîn a hikûmeta Iraqê ye. Her wiha teqez kir ku Iraq hemû binpêkirinên ewlehiya Iraqê, rêveberiya wê û bikaranîna xaka wan li dijî ewlehî û aramiya dewletên cîran, red dike.

Di encama bûyerên ku duh çêbûn de kesek şehîd bû û gelek kes jî birîndar bûn paşê balafirên leşkerî yên Tikriyê bi awayekî pir nizim geriyan û ji ber wê welatî tirsiyan.

(bx)