‘Partiyên ku yekitiya kurdî asteng dikin, xizmeta dijminan dikin’

Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî bang li partiyên siyasî yên Rojava kir ku hevgirtina xwe ava bikin û wiha got: "Partiyên însiyatîfa KNK‘ê qebûl nakin, xizmeta berjewendiyên derve yên li dijî gelê Kurd dikin.”

‘Partiyên ku yekitiya kurdî asteng dikin, xizmeta dijminan dikin’
27 ÇILE, 2019   07:49

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya şaxê Rojava bi armanca avakiriya yekitiya kurdî komîteyeke ji 6 kesan ava kir. Erka vê komîteyê ew e ku bi partiyên kurdî yên Bakurê Sûriyeyê re bikeve nava têkiliyan da ku karibin nakokiyên partiyetî ji holê rakin û li hember astengiyan yekrêziya kurdî were avakirin.

Têkildarî mijarê endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî ji ajansa me re axivî û girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê teqez kir û wiha got: "Wek partiyên siyasî yên kurdî divê em di zûtirîn demê de yekitiya xwe ava bikin, ji ber ku doza kurdî di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û bûye navenda lihevkirinên navdewletî. Di heman demê de gef û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên me zêde dibin, ji ber vê yekê divê em yekrêziya xwe çêkin da ku destkeftiyên gelê xwe mîsoger bikin."

El-Elî di axaftina xwe de teqez kir ku dagirkeriya Tirkiyê û hemû dijminên gelê Kurd ji nakokiyên di navbera partiyên Kurd de sûdê werdigirin da ku derbeyê li destkeftiyên gelê Kurd li Rojava û Bakurê Sûriyê bixin. El-Elî her wiha destnîşan kir ku Tirkiye van nakokiyan ji xwe re dike hincet da ku gelê Kurd ji hev dûr bixe û gefan li ewlehiya herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê bixwe.

El-Elî destnîşan kir ku piştî însiyatîfa ku KNK’ê ya bi armanca yekrêziya refa kurdî dest pê kiriye, komîteyek hate avakirin û serdana tevahî hêz û partiyên siyasî kirin û got gelek partiyan piştgiriya xwe ji vê însiyatîfê re ragihand, lê hinek partiyên wekî ENKS`ê li Sûriyê helwesta xwe ji însiyatîfê zelal nekiriye û ji hinekan daxuyaniyên li dijî vê însiyatîfê derdikevin.

El-Elî bang li partiyên ENKS`ê kir nakokiyan deynin aliyekî û helwesta xwe ji bo yekitiya kurdî zelal bikin.

Hisên El-Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Di vê qonaxa hesas de hat diyarkirin ku aliyên siyasî yên Kurd ên ku lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê asteng dikin, xizmeta berjewendiyên derve yên li dijî gelê Kurd dikin.”      

(dh)

ANHA