Piştî 4 salan Kobanê... bi dîmen

Di şerên li kolanên bajarê Kobanê yên dawiya sala 2014‘an de ku ji sê aliyan ve hatin kirin, piraniya taxên bajêr hatin wêrankirin. Piştî rizgarkirinê şêniyan yekser xebatên jinûveavakirinê dan destpêkirin. Di van dîmenan de em ê balê bikişînin ser wêraniya ku li bajarê rû daye û rewşa piştî 4 salan.

Piştî 4 salan Kobanê... bi dîmen
27 ÇILE, 2019   07:45

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Di Îlona 2014`an de DAIŞ’ê bi çekên giran ên ji Mûsil û Reqayê girtibûn, êrîşî Kobanê kir. Di encama şerê li kantonê de ji sedî 70 binesaziya bajêr hate wêrankirin.

Di dîmenên ku cara yekemîn tên weşandin de wêraniya binesaziya bajêr û kolanên wê, her wiha asta dijwariya şerê li herêmê di nava 4 mehan de rû dabû, diyar dibe.

Dîmenên berî çend rojan li taxên bajêr hatine kişandin, rûyê din ê ku bajar bi lêkirina bilez û sererastkirina binesaziyan ji nû ve xuya dibe, tevî ku bi sedan rêxistinan erka jinûveavakirinê girtibû ser xwe, lê pêk neanîn.

(dh) 

ANHA