‘Divê hemû gelê herêmê li dijî dagirkeriyê dakeve qadan’

Elî Kerîmî destnîşan kir ku çalakiyên gel di hemû qadan de belav dibin û wiha got: “Divê hikûmeta Iraqê hevkariya gelê herêma xwe bike û pêwîst e pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigire. Hevkariya dewleta Tirk êdî bila nekin.” 

‘Divê hemû gelê herêmê li dijî dagirkeriyê dakeve qadan’
27 ÇILE, 2019   07:39

MURADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di saetên êvarê de gelê Başûrê Kurdistanê li dijî hebûna dewleta Tirk a dagirker daket qadan û xwepêşandan li dar xistin. Leşkerên dewleta Tirk êrîşî gelê Başûrê Kurdistanê kir. Di êrîşên dewleta Tirk de welatiyek şehîd ket û 6 jî birîndar bûn. Gelê Şêladizê 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker girtin û teslîmî pêşmergeyan kirin.

Têkildarî mijarê nivîskar û siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî ji ANHA`yê re axivî û got li dijî hebûna dewleta Tirk a dagirker divê ev xwepêşandan li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê de belav bibin.

‘Desthilatdariya Iraqê rê dide êrîşên dewleta Tirk’

Kerîmî di despêka axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû hovîtiya xwe sivîlan hedef digire û wan qetil dike û wiha got: “Li dijî êrîşên dewleta Tirk derdikevin qadan û xwepeşandana li dar dixin. Gelê Başûrê Kurdistanê hebûna leşkerên dewleta Tirk di herêmê de naxwaze. Hovîtiya Tirkiyê li Şêladizê, Behdînan, Zaxoyê diyar dibe. Desthilatdariya Iraqê rê dide êrîşên dewleta Tirk a dagirker û ketina axa Başûrê Kurdistanê. Desthilatdariya Iraqê rê da baregehên dewleta Tirk li herêma Başûrê Kurdistanê zêde bibin. Gelê Başûrê Kurdistanê êdî êrîş û desthilatdariyê qabûl nake.”

Kerîmî destnîşan kir ku beriya demekê jî wan ji ajansa me re nirxandibû ku rewşa Başûrê Kurdistan di bin xetereyeke mezin de ye û dewleta Tirk a dagirker amadekariya êrîşeke mezin dike û wiha got: “Niha jî bi qetilkirina sivîlan derdikeve holê ku armanca talankirina herêmê dewam dikin.”

‘Bila êdî hevkariya dewleta Tirk nekin’

Kerîmî destnîşan kir ku divê axa herêma Başûrê Kurdistanê ku beşêk ji axa Iraqê ye, bê parastin û wiha berdewam kir: “Parlamento û hikumeta Iraqê bi erkên xwe rabin û li dijî wan êrîşên hovanê li derkevin. Eşkerê dewleta Tirk dikeve axa Iraqê. Ev bêdengiya hikûmet û parlamentoya Iraqê nayê qebûlkirin. Hemû dewletên dagirker di mijara Kurd û Kurdistanê û êrîşên ser herêmê de hevkar in.  Hevkariya dewleta Tirk êdî bila nekin. Hikûmeta Iraqê li ser mijarên Kurd bi dewleta Tirk re dibe hevalbend. Divê hikûmeta Iraqê hevkariya gelê herêma xwe bike û pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigire.”

 ‘Armanca Tirkiyê dagirkerî ye’ 

Kerîmî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser armanca vegerandina dewleta Osmanî bi hincetan êrîşî Roajava û Başûrê Kurdistanê dike û wiha pê de çû: “Kesên ku tên qetilkirin, sivîl in. Hincetên dewleta Tirk derew in. Ji ber ku di hemû êrîşên hovanê de sivîl tên qetilkirin. Dewleta Tirk ji bo xwepeşandanên gelê herêmê jî gotin PKK pêk tîne. Ev gotinên wan ne rast in û bi wan hincetan dixwazin êrîşên xwe rewa bikin. Armanca Tirkiyê bi hinceta PKK’ê dagirkerî ye.”  

‘Divê hemû gelê herêmê li dijî dagirkeriyê dakeve qadan’

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê xwepêşandanên gelê Başûrê Kurdistan berfireh bibin û li hemû tax, gund, bajaran biherikin û wiiha got: “Bi bihêzbûna çalakiyên gel re dewleta Tirk a dagirker nikare êrîşên xwe dewam bike û li dijî vîna gel bisekine. Em ê hewl bidin hemû gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê rabe.”

ANHA