Koma ku sextekarî dikirin li Reqayê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê toryeke ku mohr û diruşmên saziyên fermî sexte dikirin girtin û alavên sexterkirinê desteser kirin.

Koma ku sextekarî dikirin li Reqayê hatin girtin
22 ÇILE, 2019   20:25

REQA

Buroya Têkoşînê ya li dijî sûcên rêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê hejmarek kesên ku mohrên saziyên û tabloyên numureyên wesayîtan sextet dikirin girtin û sewqî dadgehê kirin.

Her wiha çapxane û kombuterên ku di karê sextekirinê de bi kar di anîn desteserkirin.

ANHA