Parlamaneta Lubnanê Pola Yakûbiyan piştgirî dan Leyla Guven

Parlamanetera Lubnanê Pola Yakûbiyan piştgiriya xwe bi çalakiya Leyla Guven re anî ziman û bang li aliyê siyasî kir ku destekê bibin daxwazên Leyla Guven.

Parlamaneta Lubnanê Pola Yakûbiyan piştgirî dan Leyla Guven
22 ÇILE, 2019   20:10

BEYRÛT

Weqfeya Newroz a Çand û Civakî ya li paytexta Lubnan Beyrûtê bi amadebûna Parlamanetera Lubnanê Pola Yakûbiyan û endama Rêvebera a Navenda Jinên Kurd ya Têkiliyên Navnetewî  (REPAK)  Buşra Elî civîneke çapemeniyê li dar xist.

Pola Yakûbiyan axivî û çalakiya Hevseroka KCD‘ê û Parlamanetera HDP‘ê ya Colemergê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîngeha dewleta Tirk de di greva birçîbûnê de ye silav kir.

Pola bang li hêzên siyasî kir ku destekê bidin daxwazên Leyla Guven û tecrîda li dijî Ocalan bi dawî bikin.

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Weqfeya Newroz a Çand û Civakî Henan Osman got, Leyla Guven bi greva birçîbûnê hewl dide dozên dîrokî û bingehîn çareser bike û tecrîda li djiî Abdullah Ocalan rabike, ji ber ku Ocalan sembola vîna gelê bindest e û kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

Henan Osman her wiha destnîşan kir ku Leyla Guen ji ber binpêkirinên Tirkiyê ji pîvanên navdewletî yên der heqê girtiyên siyasî di serî de Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê. Henan Osman bang li Rêxistina Têkoşîna li dijî êşkenceyan (CPT) kir ku serdana Îmralî bike û rewşa Ocalan bişopîne.

Ji aliyê xwe ve endama Desteya Rêveber a Navenda Jinên Kurd ya Têkiliyên Navnetewî  (REPAK) Buşra Elî jî axivî.

Buşra Elî got, daxwazên parlamantera Kurd Leyla Guven daxwazên rewa ne, divê rêxstinên hiqûqî destwerdanê bibin ku binpêkirinên Tirkiyê der heqê girtiyan de eşkere bike.

Buşra Berxwedana Leyla Guven silav kir û banga berdewamkirina çalakiyên piştgiriya Leyla Guven kir.

ANHA