Bi hezaran şêniyên herêma Firatê daketine qadan

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê li bajarê Kobanê kom bûne û di salvegera êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê de şermezar dikin.

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê daketine qadan
20 ÇILE, 2019   10:26

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên Girê Spî, Eyn Îsa, Sirîn,  Kobanê û gundewarên wê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûne, dagirkirina Efrînê û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixin.

Êrîşên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê 20`ê Çileyê 2018`an dest pê kir, şervanên QSD’ê û gelê Efrînê jî bi berxwedanek mezin bersiv dan êrîşan. Şervan û gelên Efrînê 58 rojan li ber xwe dan. Lê  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18`ê Adara 2018`an de bi balafiran bajarê Efrîn, navçe û gundewarên wê dagir kirin.

Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiya Efrînê, wêneyên şehîdên herêmê, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartên bi nivîsên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê hatin hildan.

Tişta ku bala mirov dikşîne, hemû pêkhateyên kantonê Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermen tev li meşê ne.

Meş ber bi qada Şehîd Egîd a navenda bajarê Kobanê ve diçe.

(bx/bm)

ANHA