Di salvegera êrîşan de soza berxwedanê nû kirin

Di salvegera yekemîn a êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Kantona Efrînê, gelek şêniyên Efrînê teqez kirin ku wan bi rêya berxwedanê, ji tevahî cîhanê re îradeya xwe ispat kirin.

Di salvegera êrîşan de soza berxwedanê nû kirin
20 ÇILE, 2019   10:40

ARŞÎN NECAR/ ŞEHBA

Di salvegera yekemîn a êrîşên Tirkiyê ya li ser Kantona Efrînê de, şêniyên Efrînê ji wê rojê ve li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe didin, gelên Efrînê ji wê rojê heya niha destanên lehengiyê dinivîsin.

Şêniya bi navê Mûna Birîm diyar kir ku di pêngava yekemîn de wan 58 rojan li ber xwe dan û got: “Tirkiyê bi dehan balafir û sedan tangan di êrîşî me kirin. Erdogan berxwedana me tehmûl nekir û dest bi bombebaranê kir."

‘Em dest ji axa xwe bernadin’

Şêniya bi navê Cîhan Cefer dagirkeriya Tirk şermazar kir û wiha pê de çû: “Tirkiye bi balafirina êrîşî bajêr kir û wiha karî dagir bike. Dagirkeriya Efrînê bi komployek navnetewî pêk hat. Cîhan naxwaze wêne û belgeyên dagirkeriyê yên belav bûne bibîne.”

 Herwiha şêniyê bi navê Selahdîn Bîlal jî got ku Tirkiyê êrîşên hovane li ser Efrînê pêk anî û wiha axivî: “Şêniyên Efrînê li pêşiya êrîşan li ber xwe dan û heta niha jî li berxwe didin. Em dest ji axa xwe bernadin, em ê Efrînê rizgar bikin."

‘Erdogan tenê binpêkirin j Efrînê re anî’

Şêniyê bi navê Mihemed Ehmed Hesen jî hovîtiya dagirkeriya Tirk wiha şîrove kir: “Hemû cîhanê hovîtiya Tirkiyê dît. Hemû cîhanê tenê li kuştina jin, mêr, zarok, kal û pîran temaşe kir. Ev ê yekê da diyar kirin ku piştgiriya Erdogan dikin.”

Mihemed got ku Efrînê pêşwaziya hemû koçberên Sûriyê dikir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Efrînê pêşwaziya koçberên ku ji ber dagirkeriya Tirkiyê reviya bûn, dikir. Efrîn herêmeke bi ewle bû, Erdogan tenê binpêkirin ji Efrîn û gelê wê re anî û demografiya wan guhert.”

ANHA