Li Reqayê di şahiyan de avêtina guleyan hat qedexekirin

Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan avêtina guleyan di minasebetan de qedexe kir û ev pêngav ji bo selametiya şêniyan e.

Li Reqayê di şahiyan de avêtina guleyan hat qedexekirin
13 ÇILE, 2019   13:54

REQA

Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê têkildarî dîlan û şahiyan daxuyaniyek da û tê de tedbîrên pêwîst ji şêniyên ku dê şahiyan li dar bixin re, eşkere kirin. Hate diyarkirin ku di şahiyan de avêtina guleyan hatiye qedexekirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji bo selametiya şêniyên bajarê Reqayê, Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê tedbîrên pêwîst danîn. Avêtina guleyan di hemû minasebetan de qedexe ye, ji ber ku tirsê di nava gel de çêdike.

Hemû kesên dixwazin şahiyan li dar bixin, divê wiha bikin:

1- Belgeyên fermî ji komîna taxa xwe bînin û divê ji aliyê Meclisa Gel hatibe erêkirin.

2- Erêkirina fermî ji Şaredariya Gel a Reqayê bistîne.

3- Erêkirina fermî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqa û gundên wê bistîne.

Ev agahdarî ji dîroka derxistina vê daxuyaniyê 12/01/2019 ve li ser endamên leşker û sivîl tê pêkanîn û her kesê vê yekê pêk neynin dê lêpirsîna qanûnî der heqê wan de bê kirin.”

(bm)

ANHA