Greva birçîbûnê ya li taxa Şêxmeqsûd bi dawî bû

Çalakiya greva biçîbûnê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Greva birçîbûnê ya li taxa Şêxmeqsûd bi dawî bû
4 ÇILE, 2019   17:06

HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê beriya du rojan bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya parlamentera HDP‘ê Leyla Guven a ku li girtîgehên Tirkiyê di grêva birçîbûnê de ye gireva biçîbûnê dabû destpêkirin.

Çalakî îro bi xwendina daxuyaniyekî bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Nîdal Hec Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de teqezî li ser berdewamkirina berxwedanê hate teqezkirin.

Daxuyanî wiha ye:

'Piştî derbasbûna du rojan em îro çalakiya xwe bi dawî dikin. Çalakiya me ji bo azadiya Rêberê Neteweyî Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana girtiyan li girtîgehên Tirkiyê yên ku di greva birçîbûnê de ne li dar xist.

Wek Meclisa Malbatên Şehîdan em piştgiriya girtiyan û berxwedana wan li hember binpêkirinên hikumeta AKP'ê der heqê gelê Kurd, Tirk û Sûrî de bi taybet li Rojava û Bakurê Sûriyê dikin.

Berxwedana girtiyan û kombûna gel li derdora pêşengên şoreşê, hişt ku dewleta Tirk rûyê xwe yê rastîn ê faşîst ji cîhanê re eşkere bike. Ta pêkanîna serkeftinê, demokrasiya gelên Rojhilat Navîn û serbestberdana Ocalan em ê li berxwe bidin. Çalakiyên me hemû di vê çarçoveyê de ne.

Ji vir em parlamenter Leyla Guven û hevalên wê ku ji 13'ê Cotmehê ve dest bi greva birçîbûnê kirine ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan silav dikin û em binpêkirinên ne exlaqî der heqê girtiyên siyasî û gelên din de şermezar dikin.'

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan li Îmraliyê bi dawî bû.

(şx)

ANHA