Çeteyên El-Nusra gundekî Efrînê xist bin dagirkeriya xwe

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam piştî şerê di navbera wan û komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de gundê Qîle yê navçeya Cindirêsê xist bin dagirkeriya xwe.

Çeteyên El-Nusra gundekî Efrînê xist bin dagirkeriya xwe
4 ÇILE, 2019   10:31

EFRÎN

Nakokiyên di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û çeteyên Nûredîn El-Zinkî, Ehrar El-Şerqiye û çeteyên din ên dewleta Tirk a dagirker li Idlibê û Daret Eze yên gundewarên rojavayê Helebê de zêde dibin û di encama şerên dijwar de zirarên zêde gihîştin gundewarên kantona Efrînê.

Li gorî çavkaniyan çeteyên Cebhet El-Nusra gundê Qîle yê navçeya Cindirêsê dagir kir û piştî şerê çend saetan ji bin dagirkeriya çeteyên Nûredîn El-Zinkî derxistin.

Şevê din li bajarokê Etme, gundê Selwa û Qîle yên di navbera parêzgeha Idlib û Efrînê de, di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên Nûredîn El-Zinkî de şerên dijwar çêbûn.

Gundê Qîle dikeve navbera gundê Şadîra, Îsak û Xezawiyê. Nêzî bajarokê Celemê yê navçeya Cindirêsê ye û 3 kîlometreyan dikeve rojhilatê navenda navçeya Cindirêsê.

(bx)

ANHA