Kampa Veger: Berdewamiya berxwedanê ye

Rojane hêjmara şêniyên Kampa Veger a ji bo şêniyên Efrînê yên ku neçar mane ji ber dagirkeriya Tirk ji Efrînê derkevin û li Şehbayê bicih bibin hatî vekirin, zêde dibin.

Kampa Veger: Berdewamiya berxwedanê ye
Kampa Veger: Berdewamiya berxwedanê ye
Kampa Veger: Berdewamiya berxwedanê ye
Kampa Veger: Berdewamiya berxwedanê ye
Kampa Veger: Berdewamiya berxwedanê ye
Kampa Veger: Berdewamiya berxwedanê ye
Kampa Veger: Berdewamiya berxwedanê ye
Kampa Veger: Berdewamiya berxwedanê ye
4 ÇILE, 2019   09:43

CEFER CAFO- XANDÎ ELO/ EFRÎN

Kampa Veger di Cotmeha 2018’an de li gundê Zaretê yê navçeya Şêrewayê ya Kantona Efrînê bi armanca pêşwazîkirina şêniyên Efrînê ku li malên wêrankirî, mizgeft û dikanan bi cih bûne hate avakirin.

Piştî du mehan, di destpêkê de 21 malbat bi hejmara 100 kesî ku ji deverên cuda yên Şehbayê û hindek gundên navçeya Şêrawayê diman hatin kampê û bi cih bûn. Şêniyan xwe di nav kampê de bi rêxistin kirin û meclisek ava kirin.

Girêdayî mijarê şêniyê bi navê Feysel Hesen Hebeş diyar kir ku ji beriya salekê di nav bêdengiya navdewletî de êrîşên Tirkiyê li dijî Kantona Efrînê destpê kir, di encama topbarana dijwar de ew neçar man ji malên xwe derkevin. Feysel destnîşan kir ku heta Efrîn rizgar bibe, ji bilî berxwedanê tu sedema mayîna wan a li Şehbayê tune ye.

Jina bi navê Heyat Hebeş jî balkişand ser astengiyên di kampan de dikşînin û wiha axivî: “Tu tişt bi qasî welatê mirov buha tune ye. Ji bo rizgarkirina Efrînê, me çawa ku germa havînê di nava çadirên kampan li berxwe da, em ê wisan li hemberî sermaya zivistanê jî li berxwe bidin.”

Her wiha jina bi navê Mewlûde Elî jî teqez kir ku heta vegera Efrînê dê têkoşîna xwe berdewam bikin û destnîşan kir ku tu astengî nikare berxwedana wan lewaz bike.

 Girêdayî heman mijarê rêvebriya Kampa Veger Hesen Mistefa li ser rewşa kampê axivî û got: "Tevî derfetên kêm jî, me di Cotmeha sala borî de bi armanca pêşwazîkirina şêniyên ku li malên wêrankirî û mizgeftan diman xebatên kamp avakirina kampê meşand. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser a Demokratîk kamp ava kir. Heta niha hejmara konan gihaştiye 140’an. Heta niha li Kampa Veger 21 malbat bi hejmara 100 kesî bi cih bûne."

(dh)

ANHA