Bolton: Em ê parastina helwestên aliyên ku bi me re şer kirine, bikin

Şêwirmendê serokê Amerîkayê yê karûbarên ewlehiyê John Bolton got ew ê ji bo nirxandina gelek dozan serdana Îsraîl û Tirkiyê bike û diyar kir ku ew ê parastina helwestên aliyên ku bi wan re şer kirine, bikin.

Bolton: Em ê parastina helwestên aliyên ku bi me re şer kirine, bikin
4 ÇILE, 2019   09:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro John Bolton dest bi gera xwe ya Rojhilata Navîn dike. Di gera xwe de dê serdana Îsraîl û Tirkiyê bike da ku gelek dozan û di serî de doza Sûriye, Îran û DAIŞ`ê nîqaş bikin.

Şevê din Bolton li ser Twitterê belav kir ku şandeya Amerîkayê ya ku dê serdana Tirkiyê bike, ji nûnerê taybet ê wezîrê karên derve yê Amerîkayê li Sûriyê James Jeffrey û serokê hevbeş ê hêzên Amerîkayê Joseph Dunford pêk tê.

Her wiha John Bolton got ew ê sibê biçin Îsraîl û Tirkiyê da ku vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê nîqaş bikin, çawaniya xebatên bi hevalbendên xwe re da ku çeteyên DAIŞ`ê careke din belav nebin. John Bolton di dawiyê de got ew ê parastina helwestên aliyên ku bi wan re şer kirine, bikin û çawaniya ku li dijî planên Îranê li herêmê bisekinin.

(bx)