Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Bila qedexeya hewayî bê ferzkirin û hêza aştiyê li herêmê bi cih bibe

Şandeyeke şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi reyadarên Koalîsyona Navneteweyî re li baregeha Xerabişikê ya li kantona Kobanê civiya û daxwaz kir ku Neteweyên Yekbûyî li herêmê bi cih bibe û êrîşên dagirkerên Tirk ên li ser axa wan rawestînin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Bila qedexeya hewayî bê ferzkirin û hêza aştiyê li herêmê bi cih bibe
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Bila qedexeya hewayî bê ferzkirin û hêza aştiyê li herêmê bi cih bibe
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Bila qedexeya hewayî bê ferzkirin û hêza aştiyê li herêmê bi cih bibe
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Bila qedexeya hewayî bê ferzkirin û hêza aştiyê li herêmê bi cih bibe
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Bila qedexeya hewayî bê ferzkirin û hêza aştiyê li herêmê bi cih bibe
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Bila qedexeya hewayî bê ferzkirin û hêza aştiyê li herêmê bi cih bibe
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Bila qedexeya hewayî bê ferzkirin û hêza aştiyê li herêmê bi cih bibe
20 kanûn, 2018   13:35

KOBANÊ

Piştî kombûna nêzî sed hezar şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berê xwe dan baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li gundê Xerabişikê yê li başûrê rojhilatê Kobanê. Şandeya ku nûnertiya xwepêşandanan dike, derbasî hundirê bargehê bû û danûstandin bi reyadarên koalîsyonê re kir.

Şande ji rûspiyê êla El-Evdalê Mihemed El-Nûr û rûspiyê êla El-Begara Mistefa Ehmed, nûnera jin a herêma Firatê Zehra Berkel, nûnera partiyên li herêma Firatê Gulistan Etî, nûnerê partiyên Kurd li Sûriyê Mûsa Kino, nûnerê şêniyên Minbicê Mihemed Cuma Ereb, nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Ebdî û nûnerê saziyên civaka sivîl Îdrîs Nesan pêk hat.

Li gorî agahiyan ku nûçegihanên me bi dest xistin, şandeyê daxwazên xwe ji rayedarên koalîsyonê re diyar kirin ku helwesta xwe li hember gefên Tirkiyê nîşan bidin, her wiha endamê şandeyê nameyek tê de daxwaza gelên herêmê nîşan dide, radestî rayedarên koalîsyonê kir ku ji serokê Amerîkayê Donald Trump re bişînin.

Der barê mijarê de cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid nerazîbûna xwe li hember gefên Tirkiyê anî ziman û wiha got: "Çawa cîhan heta niha bê deng e, de demekê de ku gelê li şûna cîhanê şerê terorê kiriye rastî gefan tê û di heman demê de Tirkiyê li pêşiya çavên her kesî destekê dide terorê! Ev çawa derbas dibe? Me gelek berdêl dane û em ê hê jî bidin, ji ber biryara me yek e; an jiyaneke azad bijîn an jî mirineke bi rûmet bimirin, kesên ku xwe wekî parêzvanên mafê mirovan dibînin dev şoreşa rûmetê ya Bakurê Sûriyeyê berdan."

Paşê hevseroka Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şêrîn Osman li pêşiya xwepêşanderan axivî û wiha got: "Her kes dizane ku dewlet li gorî berjewendiyên xwe kar dikin û biryara rêveberiya Amerîkayê ne nû ye.”

Şêrîn Osman gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Her tim dirûşmeya me ‘berxwedan jiyan e’ û biryara Amerîkayê ne rast e.”

Gelê herêmê der barê pêşketinên dawîn de helwesta xwe eşkere kir

Piştî ku şande bi reyadarên koalîsyonê re civiya û daxwazên gel diyar kirin, şande derket û daxwaz û helwestên wan der barê gefên Tirkiyê de eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji raya giştî ya cîhanê û çapemeniyê re,

Dewleta Tirk ku destekê dide DAIŞ'ê û li hember gelên Bakurê Sûriyê yên Ereb, Kurd, Asûr-Suryan, Çerkez, Ermen û Tirkmen ku şoreşa demokratîk pêk anîne, her tim dijminahiyê dike, niha jî dixwaze Bakurê Sûriyê dagir bike.

Dewleta Tirk li gel çeteyên xwe destpêka vê salê bi têkiliyên gemarî, bi destûr û alîkariya Rûsyayê Efrîn dagir kir, niha jî bi têkilî û hevdîtinên ku em baş bi naveroka wê nizanin û bi wêrekiya ku ji bêdengiya an jî ji berteka lewaz a hêzên koalîsyonê standî, ragihandiye ku dê bi çeteyên ku rêxistiniya wan kiriye, wê herêmên azad û aram ê Bakurê Sûriyê dagir bike.

Di serî de gelê Kurd, Ereb, Asûr-Suryan hemû gelên Bakurê Sûriyê li ser bingeha têgihîştina neteweya demokratîk a biratiya gelan pergaleke civakî, aborî û çandî ya ku xwe dispêre jiyana azad û bi cîranên xwe re di nava têkiliyên aştiyane de bin, ava kirine.

Çeteyên DAIŞ, El-Nusra û Artêşa Azad ku êrîş birin ser hemû gelên Sûriyê, gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê, erîş birin ser hêzên demokratik ên Bakurê Sûriyê jî.

Ereb, Kurd, Asûr-Suryan û hemû gelên Bakurê Sûriyê, bi têkoşîneke dijwar a ku zêdetirî deh hezar şehîdan û zêdetir birîndaran, ev êrîş şikandin; çeteyên DAIŞ’ê û yên din xistin pêvajoya tunekirinê.

Bi vî rengî hêza xweparastina gelan QSD, ne tenê gelên Bakurê Sûriyê parastin, ya rastî hemû mirovahî parastiye. Ji bo hemû mirovahiyê bedelên giran û mezin dan. Hemû dewletên ku li dijî DAIŞ’ê koalîsyon ava kirine jî, di vê têkoşînê de bi QSD’ê re hereket kirine.

Hemû gelên cîhanê jî dizanin ku wexta Kurd û gelên Bakurê Sûriyê li dijî DAIŞ’ê tê dikoşiyan, dewleta Tirk jî têkiliyên xwe bi DAIŞ’ê re bi awayekî vekirî û nepenî berdewam kirine. Li bendê bû ku DAIŞ, jiyana aramî û azad a li Bakurê Sûriyê pêk tê, biçewisîne.

Birêz kedkarên çapemeniya azad,

Gelên Bakurê Sûriyê li dijî DAIŞ’ê bi koalîsyonê re têkoşîna hevpar dimeşînin. Lewma bêdengî û bêhelwestiya hêzên koalîsyonê li dijî êrîşên dewleta Tirk, bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Dewleta Tirk ku endama NATO’yê ye, berpirsyariya siyasî û exlaqî ya hêzên koalîsyonê hîn jî zêdetir kiriye. Ji ber ku êrîşên dewleta Tirk, bi çekên hêzên koalîsyonê ku dane dewletên NATO’yê, pêk tên.

Wexta hêzên çekdar ên Sûriye û Rûsyayê êrîş birin ser qadên Bakurê Sûriyê, hêzên koalîsyonê bersiv dan. Lê li dijî êrîşên Tirkiyê bêdengiya koalîsyonê watedar e. Tu danûstandin û têgihîştineke siyasî nikare bêdengiya koalîsyonê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk rewa bike.

Di dagirkirina Efrînê de çawa ku rola Rûsyayê lîstiye nayê qebûlkirin, li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdengmayîna hêzên koalîsyonê jî nayê qebûlkirin. Di dagirkirina Efrînê de çawa ku Rûsya şirîka sûc e, wexta ku di vê dagirkirina dewleta Tirk de di serî de DYA û hemû hêzên koalîsyonê bê deng bin, ew jî dibin şirîkên vî sûcî.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyê, Rûsya û Sûriye heta niha helwesteke vekirî û zelal danaynin holê, ev jî nîşan dide ku ew ji êrîşeke wisa, berjewendiyên polîtîk hêvî dikin.

Jixwe Rûsya her tim bi gotina “Li rojhilatê Firatê bi avakirina dewletekê, tê xwestin Sûriye dabeş bibe”, dewletên Tirkiye û Sûriyê sor dike û tîne halanê. Hêzên koalîsyonê ku yekîneyên wan ên leşkerî li qada Bakurê Sûriyê hene, bê deng dimînin.

Rûsya û Sûriye eger helwesteke vekirî nîşan nadin, ev dide xuyakirin ku gelên Bakurê Sûriyê bi komplo û planeke qirêjî re rû bi rû ne.

Gelê Kurd û gelên Bakurê Sûriyê divê vê rastiyê baş bibînin û bi feraseta “hêzên esasî yekîneyên wan in” têkoşîna xwe li dijî dagirkirinê bi awayekî herî xurt bidomînin.

Gelên li cîhanê jî, li beramberî êrîşên di serî de li ser Kurdan, Ereban, Asûr-Suryanan û hemû gelên Bakurê Sûriyê ku li ser navê tevahiya mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê tê dikoşiyan, li hemberî bêdengiya hêzên koalîsyonê û DYA’yê divê helwestekê nîşan bidin. Ev sekna DYA û hêzên koalîsyonê ku di wijdan û exlaqê siyasî de cihê xwe tune ye, tê wateya erêkirina êrîşê.

Di vê çarçoveyê de hemû hêzên demokratîk ên cîhanê û hemû mirovahiya xwedî wijdan, divê li hember van helwestên neexlaqî û wijdanî yên li hemberî gelên Bakurê Sûriyê ku ji bo hemû mirovahiyê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de zêdetirî deh hezar şehîd dane, divê helwesteke zelal nîşan bidin.

Ew dewlet û hêzên siyasî ku wexta di şerê li dijî DAIŞ’ê de pesnê YPG/YPJ, QSD’ê didan, îro li hemberî gelên Sûriyê ku bi dehan zarokên xwe şehîd dane, divê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Dewleta Tirk ne tenê êrîşî gelên Bakurê Sûriyê dike ku li dijî DAIŞ’ê zêdetirî deh hezar zarokên xwe şehîd dane û bi deh hezaran birîndar bûne, êrîşî gelê Êzidî jî dike ku rastî komkujiya DAIŞ’ê hat.

Gelo wateya vê bêdengiyê çi ye? Yên pêşî li van êrîşan vedike kî ne? Tirkiye ji nakokiya di navbera Rûsya û DYA’yê de û ji hevsengiya di navbera wan de sûdê werdigire, dixwaze di serî de îradeya Kurdan û gelên Bakurê Sûriyê bişikîne û biperçiqîne. Dewleta Tirk, nakokiya di navbera Rûsya û DYA’yê de dixe xizmeta şerê ji bo qirkirina Kurdan û gelên Sûriyê.

Gelê me yê birûmet û hemû gelên cîhanê,

Dewleta Tirk bi êrîşa li ser Bakurê Sûrîyê ya demokratîk û azad ku dê bibe bingeh û hevîrtirşê demokratîkbûna Rojhilata Navîn û Sûriyê, ne tenê li dijî Kurdan, Ereban û gelên din ên Sûriyê ne, li dijî hemû mirovahiyê dijminahiyê dike.

Îro DAIŞ têk çû. Em li bendê bûn, yên ku rê li DAIŞ’ê vekiribûn derketana dadgeha sûcên şer û bihatana dadgehkirin. Lê em îro bala xwe didinê, dewleta faşîst a Tirk a ku rê li DAIŞ’ê vekiriye, tê destekkirin. Dewleta faşîst a Tirk heta niha jî êrîşan dibe ser Kobanê, Girê Spî, Minbic, Reqa, Dêrazor, Efrîn, Şengal û Mexmûrê, gelan her tim tehdît dike û axa wan dagir dike. Ev êrîşên dawîn berî her tiştî piştgiriya DAIŞ’ê û piştgiriya hemû dijminên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn e.

Dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Bakurê Sûrî, gihiştiye rewşekê ku êdî dijminatiya hemû gelan û hemû hêzên demokrasiyê dike. Bêguman armanca van êrîşan ne tenê Bakurê Sûrî ye. Eşkere ye ku dixwaza careke din împaratoriya Osmaniyan nû bike û Rojhilata Navîn tev dagir bike. Gelên Rojhilata Navîn divê vê xeteriya mezin a qirêj bibinin.

Birêz endamên ragihandina azad,

Dewleta Tirk îro hîn jî wekî li Idlibê xuya dike, piştevana çeteyên dijminê mirovahiyê ye û di platformên siyasî de berdevka wan e.

Di vê çarçovê de, têkoşîna li dijî dagirkirina dewleta Tirk, li tevahiya Rojhilata Navîn dibe têkoşîna li dijî faşîstên dijminên demokrasiyê. Lewma berxwedana li dijî vê dagirkirinê; dê bibe berxwedana demokratîkbûna Rojhilata Navîn.

Li ser vê bingehê banga me di serî de ji bo hemû gelên Bakurê Sûriyê, Sûriye, Iraq û hemû gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê; li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên dijminên gelan, rabin ser pêyan û li ber xwe bidin.

Ji bo ku sûcên mirovahiyê yên mezintir neyên kirin, banga me ji DYA û hêzên koalîsyonê re; dev ji vê helwesta xwe berdin û nebin şirîkên êrîşên Tirkiyê ku dijmina gelan û demokrasiyê ye.

Her wiha banga me ji bo Neteweyên Yekbûyî; li beramberî van êrîşan berpirsyariyên xwe bi cih bînin û qada asmanî ya Bakurê Sûriyê ji balafirên şer ên dewleta Tirk re bigirin, êrîşên dagirkerên Tirk ên li ser axa me rawestînin".

(jo)

ANHA