Jinên siyasetmedar: Gefên Erdogan sînyalên şerekî nû ne

Siyasetmedarên jin ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê anî ziman ku daxuyaniyên Erdogan sînyalên şerekî nû li herêmê ne û got armanca Erdogan a vî şerî dagirkirina beşek ji xaka Sûriyeyê, her wiha biçûxistina rola jinan e. 

Jinên siyasetmedar: Gefên Erdogan sînyalên şerekî nû ne
20 kanûn, 2018   11:09

ROZANA DAWÛD – HENAN MIHEMED / HELEB

Gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên siyasetmedar di partiyên siyasî li bajarê Helebê de got Tirkiyê hewl dide di bêdengiya civaka navneteweyî de şerekî nû pêk bîne.

Endama Buroya Jinan a Meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û endama Meclisa Jinên Sûriyê Neclaa Hemza wiha got: "Piştî rizgarkirina xaka Sûriyê ji DAIŞ`ê û nêzîkbûna tunekirina wê, serokkomarê Tirkiyê Erdogan dest bi gefên êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Armanca xwe sînyalên şerekî nû li herêmê dide û dagirkirina beşek ji xaka Sûriyê ye."

Neclaa dibîne ku dijminatiya siyaseta Erdogan nûnertiya xirabûna ji Sûriyê re dike û temenê aloziya Sûriyê dirêj dike, li aliyekî din jî rola jinan biçûk dixe.

Neclaa Hemza ji rêxistin û desteyan û Neteweyên Yekbûyî xwest ku van gefan bidin sekinandin û wiha dewam kir: "Divê sînorek ji siyaseta Erdogan re bê danîn û nehêlin xaka me dagir bikin û jin û zarokan bidin kuştin."

Seroka Buroya Perwerdeyê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Behiyê Ibrahîm got gef û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê nasekinin, ji destpêka dagirkirina Bab, Cereblûs û Efrînê ve, niha jî gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwin.

Behiyê diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê di serî de jinan dike hedef, piştî ku di aliyê siyasî û civakî de xwe bi pêş xistin, tiştê ku li Efrînê rû dide mînaka kuştin û revandina jinan e.

Divê em sînorekî ji Tirkiyê re deynin

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Helebê Xalîde Ebdo diyar kir ku tiştê ku rû dide fitne û vegera terorê diafirînin.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bêdengiya navneteweyî şermezar kir û wiha got: "Bêdengiya navneteweyî tê wateya hevkariya bi dewleta Tirk re."

Xalîde di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Sûriyê kir ku bi yekdestî li pêşiya van gefan bisekinin.

(jo)

ANHA