Çalakiya mertalê zindî di roja xwe ya 2`yemîn de ye

Çalakiya kon a şermezarkirina gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya welatiyên bajarê Serêkaniyê di roja xwe ya 2`yemîn de berdewam dike.

Çalakiya mertalê zindî di roja xwe ya 2`yemîn de ye
Çalakiya mertalê zindî di roja xwe ya 2`yemîn de ye
Çalakiya mertalê zindî di roja xwe ya 2`yemîn de ye
Çalakiya mertalê zindî di roja xwe ya 2`yemîn de ye
Çalakiya mertalê zindî di roja xwe ya 2`yemîn de ye
20 kanûn, 2018   11:11

HESEKÊ

Konê çalakiya mertalê zindî yê ji bo şermezarkirina gefên Recep Tayyîp Erdogan di roja xwe ya 2`yemîn de li Serêkaniyê bi tevlêbûna bi sedan kesan berdewam dike.

Di konê çalakiyê de welatiya bi navê Narîman Ebdo ku beşdarî çalakiyê bûye, wiha got: “Me îro dest bi çalakiya vî konî kiriye ji bo ku em li dijî gefên Tirkiyê bisekinin û em tu carî ji gefên wan natirsin.”

Narîman da zanîn ku dê di pêşerojê de projeya neteweya demokratîk bibe mînak ji gelê Rojhilata Navîn re û dê bi yekitiya gelan Sûriyeyeke demokratîk ava bikin."

Her wiha Mihemed Xelef ji pêkheteya Erebe axivî, wiha got: “Divê em ji îro û pê ve kesên ku sînoran nas nakin, pêşiya wan bigirin û êdî bêdengî  bes e û kesên ku nikarin helwestên xwe li beranberî van gefan diyar bikin, em banga xwe li wan jî dikin.”

Xelef di dawiya axaftina xwe da wiha got: “Em bi hemû pêkhateyên xwe bi yekdestî ji Erdogan re dibêjin ji gefên te re na.”

ANHA