Nêzî sed hezaran kes li pêşiya baregeha koalîsyonê kom bûn

Bi Nêzî sed hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya baregeha Koalîsyona Navdewletî ya li gundê Xerab Aşiq ê başûrê rojhilatê Kobanê kom bûn û bang li hêzên koalîsyonê kir ku der barê gefên dewleta Tirk a dagirker de helwestên xwe diyar bikin û sînorekî ji harbûna Tirkiyê re deynin.

Nêzî sed hezaran kes li pêşiya baregeha koalîsyonê kom bûn
20 kanûn, 2018   10:48

KOBANÊ

Di van kêliyan de nêzî sed hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe didin qada nêzî navçeya El-Çelebiye ya rojhilatê bajarê Kobanê û li pêşiya baregeha Koalîsyona Navdewletî çalakiyekê li dar dixin. Şêniyan bang li hêzên koalîsyonê û di serî de DYA`yê kir ku helwestên xwe der barê gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê diyar bikin.

Nêzî sed hezaran sivîl li qadê kom bûne. Tê payîn ku dê ji qadê ber bi baregeha Koalîsyona Navdewletî ya li gundê Xerab Aşiq ê nêzî navçeya El-Çelebiye ve biçin.

Di çalakiyekiyê de pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re” bi zimanên kurdî, erebî û îngilizî hatin û wêneyên şehîdan hildan.

Tê payîn ku şandeyek ji aliyê xwepêşanderan ve bi berpirsên hêzên koalîsyonê re bicive.

Baregeha Koalîsyona Navdewletî ya li gundê Xerab Aşiq ji girîngtirîn baregehên koalîsyonê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

(bx)

ANHA