Bi hezaran cenazeyê Mezlûm û Zagros spartin axê

Bi hezaran şervanên YPG‘ê Basil Kedor (Mezlûm Efrîn) û Edhem Erebo (Zagros Efrînê) ku 16‘ê Kanûnê di Berxwedana Serdemê de li navçeya Şêrawayê şehîd bibûn bi merasîmekê spartin axê.

Bi hezaran cenazeyê Mezlûm û Zagros spartin axê
Bi hezaran cenazeyê Mezlûm û Zagros spartin axê
Bi hezaran cenazeyê Mezlûm û Zagros spartin axê
Bi hezaran cenazeyê Mezlûm û Zagros spartin axê
Bi hezaran cenazeyê Mezlûm û Zagros spartin axê
Bi hezaran cenazeyê Mezlûm û Zagros spartin axê
Bi hezaran cenazeyê Mezlûm û Zagros spartin axê
Bi hezaran cenazeyê Mezlûm û Zagros spartin axê
19 kanûn, 2018   17:52

ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên kantonên Şehba û Efrînê cenazeyên herdu şehîdan ji nexweşxaneya Avrîn  a navçeya Fafîn a Şehbayê wergirtin û bi kerwanekî ji sedan wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê ve ketin rê.

Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Mihemed, Hevserokê Meclisa Zagonsaz a kantona Efrînê Silêman Cafer û Hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Wefa Hisên axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku şehîd Zagros û Mezlûm ji bo parastina gel û xaka ji hêzên dagirker şehîd bû û gotin, şehîd ew in ku rêya azadiyê ronî dikin û ji bo avakirina welatekî azad tê dikoşin.

Di axaftinan de bal hate kişandin li ser gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hate gotin ku armanca gefan têkbirina projeya demokratîk e û derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de. Her wiha hate gotin ku gelê herêmê wê li hemberî êrîşên artêşa Tirk li ber xwe bibin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girse cenazeyên şehîdan di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA