Trump: Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê gihiştiye armanca xwe

Serokê DYE Donald Trump got têkoşîna li dijî DAIŞ’ê gihiştiye armanca xwe û diyar kir ku dibe hêzên Emerîkayê ji Sûriyeyê vekişin.

Trump: Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê gihiştiye armanca xwe
19 kanûn, 2018   17:50

NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê DYE Donald Trump li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û got; “Li Sûriyeyê me Dewleta Îslamê têk bir.”

Trûmp hebûna xwe ya li Sûriyeyê weke vê sedemê nîşan da.

Li gorî nûçeya Reutersê ku nûçeyê disperê çapemeniya Amerîkayê, DYE difikire ku yekîneyên leşkerî bi temamî ji Sûriyeyê vekişîne.

Rayedarekî Amerîkayê ku ji AFP’ê re axivî, got “Vekişîn wê bi lez çêbibe û biryara vekişînê duh hatiye girtin.”