Meclisa Rêveber bi buroyên karûbarên olî û veguhestinê re civiya

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nûnerên Buroya Karûbarên Ol û Baweriyan û buroyên veguhstinê re civiyan.

Meclisa Rêveber bi buroyên karûbarên olî û veguhestinê re civiya
19 kanûn, 2018   18:34

GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînên xwe bi deste, komîte û buroyan re didomîne. Di vê çarçobeyê de îro du civîn hatin lidarxistin. Civîna yekemîn bi nûnerên buroyên Karûbarên Ol û Baweriyan ên rêveberî û meclisên sivîl re bû û ya duyemîn jî bi nûnerên desteyên hundirîn, trafîk û buroyên veguhestinê re bû.

Herdu civîn li avahiya meclisê ya navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî hatin lidarxistin.

Di civîna yekemîn de, nûnerên buroyên Karûbarên Ol û Baweriyan ên heft rêveberiyên sivîl û xweser, hevserokê meclisê Ebd El-Mihbaş û cîgira hevserokatiya meclisê Êlîzabeth Gewriyê amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê rewşa siyasî girêdayî gefên dawî yên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Başûrê Sûriyeyê hatin nirxandin. Hate gotin ku Tirkiyê bi van gefan dixwaze krîza xwe ya hundirîn derbasî dewletên derdorê bike û Tirkiyê di peymana xwe ya Rûsyayê ya li ser Idlibê têk çû.

Piştre nûnerên her heft buroyan xebatên xwe nirxandin.

Di dawiya civînê de ji bo amadekirina rêzikanemeya Buroya Karûbarên Ol û Baweriyan komîteyek ji 7 kesan hate avakirin.

Civîna duyemîn jî bi amadebûna nûnerên desteyên hundirîn, trafîk û buroyên veguhestinê hatin lidarxistin.

Beşdaran mijara wesayîtan û muxaleftên wê û çawaniya birxêstinkirina tevgera çûn û hatinê nîqaşkirin.

Di dawiyê de komîteyek hate avakirin da ku qanûnên girêdayî trafîk û veguhestinê amade bike.

ANHA