Nerazîbûna gel a li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk didomin

Li hemberî gefên Erdogan ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên gel zêde dibin. Îro sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê herikîn qadan û dewleta Tirk şermezar kirin.

Nerazîbûna gel a li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk didomin
Nerazîbûna gel a li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk didomin
Nerazîbûna gel a li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk didomin
Nerazîbûna gel a li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk didomin
Nerazîbûna gel a li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk didomin
19 kanûn, 2018   17:09

QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Temîsê ya kantona Qamişlo meşek li dar xistin. Meş ji pêşiya konê greva birçîbûnê ya navenda navçeyê dest pê kir.

Di meşê de pankartên bi nivîsên "Na ji Osmaniya Nû re', 'Bijî yekîtiya gelê Sûriyê', 'Na ji terora Erdogan re' hatin hildan.

Şêniyên navçeyê di meşê de destnîşan kirin ku divê dewletên cîhanê û ereban zextê li Tirkiyê bikin da ku projeya wê ya dagirkeriyê ya bisekinînin.

Meş di nav kolana sereke ya navçeyê de geriya û li ber çarxeriya Şehîdan veguherî mitîngê. Di mîtingê de endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xalib El-Sadûn axivî û got: "Gel di bin sîwana neteweya demokratîk de bi yekîtî û di nav birtaiya gelan de dijî. Em dest ji xaka xwe bernadin û em ê mîna çiyayan li berxwe bidin. "

Bi navê pêkhateya Ereb a navçeya Til Hemîsê Cewze El-Hasûd axivî û gefên serokomarê Tirkiyê li dijî herêmê û tecrîda giran li Rêberê Gerlê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Armanca daxuyaniyên Erdogan têkbirina destkeftiyên gelê herêmê ye û parçekirina erdnîgariya Sûriyê ye. Erdogan dixwaze vîna gel bişkîne, civakê veguherî koletiyê û temenê terorê li Bakurê Sûriyê dirêj bike."

Di dawiyê de Cewzê El-Hasûd bang li gel û bi taybet jina Ereb kir ku li hember van komployên ku armanc dikin jina Ereb vegerînin koletiyê bisekinin. Cewzê destnîşan kir ku jina Ereb bi saya fikr û felsefeya Ocalan rizgar bûye û rola xwe di civakê de dilîze.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina gefên Tirkiyê û tecrîda giran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(şx)

ANHA