'Sûriye ya gelê Sûriyê ye, em dagirkeran qebûl nakin'

Meclisa Ciwanên Reqayê bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya konvedanê li dar xist. Di çalakiyê de şêniyan got, Sûriye ya gelê Sûriyê ye.

'Sûriye ya gelê Sûriyê ye, em dagirkeran qebûl nakin'
'Sûriye ya gelê Sûriyê ye, em dagirkeran qebûl nakin'
'Sûriye ya gelê Sûriyê ye, em dagirkeran qebûl nakin'
'Sûriye ya gelê Sûriyê ye, em dagirkeran qebûl nakin'
19 kanûn, 2018   15:08

REQA

Bi dehan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê bi armanca şermezarkirina binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya konvedanê li qada El-Muhafza li navenda bajêr li dar xist.

Tevî şêniyan saziyên sivîl û meclisên Reqa û gundewarê wê tev li çalakiyê bûn.

Konê çalakiyê bi pankartên bi nivîsên 'Em hemû ji bo yekîtiya xaka Sûriyê fedayî ne', Mirin ji bo faşîstê serdemê Erdogan re' û 'Serî hildin', hate xemilandin.

Di bin konê çalakiyê de endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqa û gundewarê wê Necah El-Ehmed axivî û got: "Em îro dengê xwe dikin yek û ji Erdogan re dibêjin em bêdeng namînin. Em ê serî hildin ji ber ku tevna me yek e û kes nikare tevna gelê Sûriyê ji hev bixîne. Bi vîna jin, hêz û gelê xwe em ê xaka xwe ya dagirkirî rizgar bikin. Ji lew re divê em li hember dijminê ku hovantirîn binpêkirinên nemirovî di nav bêdengiya navdewletî de pêk tîne bisekinin û bila bizanibin ku Sûriye ya gelê Sûriyê ye."

Ji aliyê xwe ve endamê Komîteya Ciwan û Werzîşê Enwer El-Ehmed axivî û got: "Em gefên Tirkiyê li dijî herêmê şermezar dikin. Em bi fikr û bedena xwe amade ne li hember her xeteriyekê li ser welatê me, çek rakin û li rex QSD'ê bisekinin.

El-Ehmed wiha domand: "Em bi yek dengî bang dikin ku Sûriye ya gelê Sûriyê ye, dê azad bimîne û kes nikare me ji hev du cuda bike. Em bang li tevahiya cîhanê dikin ku komployên li dijî Sûriyê bi dawî bikin."

Çalakiya konvedanê hîna jî berdewam e.

(şx)

ANHA