Greva biçîbûnê ya Til Hemîsê bi dawî bû

Şêniyên navçeya Til Hemîsê greva birçîbûnê bi daxuyaniyekê bi dawî kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku şêniyên herêmên di bin dagirkeriya Osmaniya nû êdî ji siyasetên dewleta Tirk a asîmlekirinê, qirkirina çanda herêmê û guhertina demografîk ku li wan herêman dimeşîne aciz bûne.

Greva biçîbûnê ya Til Hemîsê bi dawî bû
19 kanûn, 2018   15:38

QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişloyê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya ku têkoşer Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerva birçîbûnê orgenîze kiribûn. Di grevê de şêniyan gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Greva birçîbûnê 2 rojan dewam kir. bi sedan şêniyên navçeyê tev li grave bûn.

Şêniyên navçeyê îro çalakiya xwe bi daxuyaniyekê bi dawî kir. Hevserokê Meclisa navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

'Di demên dawî de hikumeta Tirkiye di serî de Erdogan hemleyek gefa pêkanîna êrîşan li dijî herêmê û şandina hêzên leşkerî li ser sînor dest pê kiriye. Erdogan bi gefên xwe hewl dide herêmê dagir bike, talan û wêran bike û gelê herêmê di serî de gelê Kurd ê ku  pêşengtiya azadiyê û demokrasiyê kiriye qir bike. Her wiha armancên Erdogan ev tenê nîn in lê belê hewl dide qadên ku dagirkiriye berfireh bike û bandorek li Rojhilata Navîn bike.

Wekî tê zanîn armanca Erdogan guhertina hevsengiya li Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe. Tirkiye bi rêya hedefgirtina gelê Kurd û bi taybet tevgerên gelê Kurd, hewl dide niyetên xwe yên dagirkeriyê li herêmê binuxmîne. Lê di rastiyê de armancên dewleta Tirk ji van gefan berfirehtir in û dîroka wê ya Osmanî bi sûcên der heqê gelê herêmê de ji qirkirin, koçberkirin û bi hovantirîn şêwazan îşkencekirin têr û tijî ye.

Tirkiye bi piştgiriya xwe ya bi DAIŞ'ê re hewl dide kîna xwe li gelê herêmê safî bike û hewl dide temenê zihniyeta DAIŞ'ê li herêmê dirêj bike. Tirkiye vê zihniyetê li Idlib, Bab û Cerablusê bi çek dike û rêdike herêmê me.

Divê hemû zanibin ku herêmên di bin dagirkeriya Osmaniya nû de, êdî ji siyasetên dewleta Tirk yên asîmlekirinê, qirkirina çanda herêmê û guhertina demografîk aciz bûne. Ji lew re divê em bi yek milî li hember wan gefan bi rêya orgenîzekirina çalakiyên protestokirinê rabin ser pêyan û bi rêxistinên hiqûqî re têkîliyan deynin heta ku ev dijminahî bi dawî bibe."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk li Sûriyê û tecrîda li dijî Ocalan bi dawî bû.

(şx)

ANHA