Balafirên koalîsyonê li nêzî Mexmûrê li çeperên DAIŞ’ê dide

Balafirên koalîsyonê li Başûrê Kurdistanê li nêzî Mexmûrê li çeperên DAIŞ’ê da.

Balafirên koalîsyonê li nêzî Mexmûrê li çeperên DAIŞ’ê dide
19 kanûn, 2018   15:01

NAVNEDA NÛÇEYAN

Balafirên koalîsyonê li Başûrê Kurdistanê li nêzî Mexmûrê li çeperên DAIŞ’ê da.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin balafirên koalîsyonê li nêzî gundê Qelasor û Elîreşê çeperên DAIŞ’ê bombebaran kir.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 13'ê Kanûnê bombe li wargeha Mexmûrê barandibû û di encamê de 4 welatiyên sivîl hatibûn qetilkirin.

Piştî êrîşa balafirên Tirk çeteyên DAIŞ'ê ketibû nav hewldanan û balafirên koalîsyonê li çeperên çeteyên DAIŞ'ê da.