Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê: Divê Neteweyên Yekbûyî bi erka xwe rabe

Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê bang li tevgerên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir ku bi erka xwe ya exlaqî rabin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê: Divê Neteweyên Yekbûyî bi erka xwe rabe
19 kanûn, 2018   13:27

REQA

 Endamên saziya Malbatên Şehîdan Reqayê li pêşiya saziyê li Reqayê kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama saziyê Hedîl Ebdilrezaq ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ne xerîb bû ku gotinên wiha ji sultanê Osmaniyan ê nû derkevin. Em fêrî helwestên wî yên rasterast piştgiriya terorê, di serî de DAIŞ`ê dikin, bûne.

Ev daxuyaniyên hikumeta Tirk ji bo kêmkirina zexta leşkerî ye ku QSD li çeteyan dike.

Em wek malbatên şehîdên ku xwîna xwe ji bo rizgarkirina xaka me dan, bi tundî van gefan şermezar dikin.

Piştî ku herêm û bajarê me rastî her cure koçkirin û kuştinê hatin, em bang li hêzên şoreşger yên cîhanê û hezkiriyên aştiyê û di serî de Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi erka xwe ya exlaqî rabin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê bi dawî bû.

ANHA