Şêniyên El-Kerame li dijî gefên Tirkiyê rabûn serhildanê

Bi sedan şêniyên herêma El-Keramê ya gundewarên Reqayê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan.

Şêniyên El-Kerame li dijî gefên Tirkiyê rabûn serhildanê
Şêniyên El-Kerame li dijî gefên Tirkiyê rabûn serhildanê
Şêniyên El-Kerame li dijî gefên Tirkiyê rabûn serhildanê
Şêniyên El-Kerame li dijî gefên Tirkiyê rabûn serhildanê
19 kanûn, 2018   14:00

REQA

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestên xwe diyar dikin. Îro jî bi sedan şêniyên herêma El-Kerame ya gundewarên Reqayê meşek li dar xist.

Meş ji Qada El-Selame ya bajarê El-Kerame dest pê kir. Rûspiyên êlên herêma Reqayê, hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişlib El-Derwîş û bi sedan şêniyên herêmê tev Ii meşê bûn.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re", "Na ji Osmaniya kujer re" û "Na ji zilma Osmaniyan re" hatin hildan. Meş li pêşiya Meclisa El-Kerame veguherî mitîngê.

Di mitîngê de hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişlib El-Derwîş axivî û wiha got: "Em li dijî faşîst Erdogan ku dixwaze zilma Osmaniyan vejîne, dibêjin na. Wek yek gel û yek ruh em ê li hember dagirkerên xaka Bakurê Sûriyê li ber xwe bidin. Divê hemû gelê Sûriyê li hember dagirkeriya Tirkiyê rabe ser pêyan."

Her wiha endama rêveberiya di rêveberiya jinan li gundên rojhilatê Reqayê de Sewsen El-Xelef wiha axivî: “Em wek jinên Reqayê bê deng namînin û em ê li dijî dagirkeran şer bikin, jin li Reqayê û hemû herêmên din bûne îrade û hêz. Em ê parastina mafên xwe bikin."

Yek ji rûspiyên êla El-Evdalê şêx Emîr El-Xabûr jî wiha got: “Em li vir bi keramet disekinin û dagirkeriya Tirkiyê şermezar dikin, em ê li pişt QSD`ê bisekinin, em ê bi hemû hêza xwe  parastina herêmên xwe bikin."

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA