Bexdayê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hişyar kir

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Iraqê, nivîsek ji Hikûmeta Herêma Kurdistane re şand û bibîr xist ku Tevgera Azadî li Iraqê partiyek siyasî ye, hemû pêwîstiyên fermî bicîh anîne, lewre jî dikare li her derekê navendên xwe veke.

Bexdayê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hişyar kir
19 kanûn, 2018   13:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Iraqê bersiv da şandeya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ku di 17’yê Kanûnê de li dijî girtina baregehên xwe yên li Herêma Kurdistanê careke din çûbû Bexda.

Rayedarên komîsyonê ji şandeya Tevgera Azadî re gotin ku komîsyonê serlêdana wan nirxandiye û têkildarî mijarê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nivîsek fermî şandiye.

Li gorî zanyariyên ku endamê şandeya Tevgera Azadî Hisên Kerkukî dane, di nivîsa fermî ya ku ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye şandin de 2 xal hene. Xalên ku hatine diyarkirin jî wiha ne:

1- Tevgerî Azadiya Civaka Kurdistan (Tevgera Azadî) li gorî yasaya partiyên siyasî ya bi hejmar 36/2015 partiyek siyasî ye. Di dîroka 17.12.2017 de destura xwe ya bi hejmara 139 wergirtiye.

2- Tevgerî Azadî piştî ku ev destur wergirtiye, ji bo ku navendên xwe li bajaran veke, forma bi hejmar 12 wergirtiye. Piştî wê jî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Iraqê serdana van navendan kiriye û dizane ka ev navend li ku derên e, berpirsên wan kîne. Ji ber vê yekê mafê Tevgera Azadî heye ku siyasetê bike û li her dereke Iraqê navendên xwe veke.

Çi bibû?

Di 25’ê Mijdara 2018’an de Hikûmeta Herêma Kurdistan biryarek derxist û diyar kir ku partî û rêxistinên ku destûra wan ya fermî ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ve ne hatibe dayîn, wê bên girtin. Piştî biryarê baregehên Tevgera Azadî yên li Herêma Kurdistanê hatibûn girtin.

Tevgera Azadî serî li Komîsyona Bilind da

Li ser girtina navendan di 5’ê Kanûnê de şandeya Tevgera Azadî çû Bexda û di 6’ê Kanûnê de jî li gel Serokê Encûmana Komîsyonê Meîn Hitawî û Serokê Rêveberiya Karûbarê Partiyên Siyasî ya Komîsyonê Ebdulah Fazil re civîya bû.

Di hevdîtinan de Hîtawî û Fazil biryara girtina baregehên Tevgera Azadî weke ‘Neyasayî’ binav kiribûn û diyar kiribûn ku ew ê bi nivîsekê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistan bikin ka çima baregehên Tevgera Azadî girtine.

Cara duyem serlêdan

Şandeya Tevgera Azadî di 17’ê Kanûnê de careke din çû Bexda û bi rayedarên Komîsyonê re hevdîtin pêk anîbû.