Meclisa Ewlekariyê ya Rûsyayê: Gefa herî mezin Idlib e

Cîgirê sekreterê Meclisa Ewlekariyê ya Rûsyayê Aleksander Venediktov got ku gefa herî mezin li Sûriyê, herêma Idlibê ye.

Meclisa Ewlekariyê ya Rûsyayê: Gefa herî mezin Idlib e
19 kanûn, 2018   12:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Aleksander Venediktov ji ajansa Spûtnîkê re axivî û got ku di dema niha de gefa herî mezin li parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê ye wiha got: “Divê neyê hiştin ku Idlib ji terorê re bibe cihekî ewle. Gefa herî mezin herêma Idlibê ye.”

Çeteyên Cebhe Tehrîr El-Şam (Cebhe El-Nusra ya berê ku di lîsteya terorê de ye) û hin komên din ên girêdayî Tirkiyeyê zêdetirî ji sedî 60 ji parêzgeha Idlibê kontrol dikin.

Di 17’ê Îlonê de serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hevpeymanek li ser herêmeke bêçek çêkir ku ji parêzgehên Lazqiyê, Heleb, Idlib û Hemayê pêk tê. Tirkiye wek aliyê garantor ê Cebhet El-Nusra û hin komên girêdayî wan hat nîşandan.

Li gorî hevpeymanê diviyabû ku Tirkiye heta 10’ê Cotmehê çekên giran ji destê çeteyên li wan herêman bigire û heta 15’ê mehê çeteyan ji wir derxistibana. Lê Tirkiye di pêkanîna sozên xwe de bi bin ket.

Ji destpêka ragihandina hevpeymanê heta niha, li herêma qaşo bêçek, şer rû didin.

(jo)