‘Dîroka dewleta Tirk gola xwîna gelan e’

çalakiya ku li kantona Girê Spî bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, di roja xwe ya 4`emîn de didome.

‘Dîroka dewleta Tirk gola xwîna gelan e’
‘Dîroka dewleta Tirk gola xwîna gelan e’
‘Dîroka dewleta Tirk gola xwîna gelan e’
19 kanûn, 2018   12:30

MIHEMD EL-EHMED – TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Şêniyên kantona Girê Spî çalakiya ku beriya 3 rojan bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiribûn, di roja xwe ya 4`mîn de didomînin. Şêniyan teqez kir ku ew bi axa xwe ve girêdayî ne û gefên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin.

Bi sedan şêniyên kantonê, navçeya Eyn Îsa bi hemû pêkhateyên xwe, endamên saziyan û rewşenbîr tev li konê çalakiyê bûn.

‘Siyaseta Erdogan dijminahiya dewletên cîran dike’

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Girê Spî Mihemed El-Eyaş bi vê boneyê ji ajansa me ANHA`yê re axivî. El-Eyaş destnîşan kir ku ji destpêkê ve dîroka hikumeta Tirkiyeyê tijî komkujiyên li dijî gelên Rojhilata Navîn ên wekî Ermen, Kurd, Ereb û Suryan in.

El-Eyaş diyar kir ku Erdogan dixwaze sûcên mirovahiyê bi êrîşan li dijî gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare bike. Divê kesên zane, siyaseta dewleta Tirk a dagirker ku bi xwe re dijminahiya dewletên cîran tîne, şermezar bikin.

El-Eyaş destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û teqez dikin ku ew bi ax û yekitiya welatê xwe ve girêdayî ne.

Di dawiyê de Mihemed El-Eyaş bang li civaka navdewletî kir ku zextê li hikumeta Tirkiyeyê bikin da ku planên xwe yên dagirkeriyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk neyne.

Her wiha li kantona Girê Spî û navçeya Silûkê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 16`ê Kanûnê ve kon hatine vedan. Meclisa kantonê diyar kir ku dê çalakiya wan 7 rojan dewam bike.

(bx)

ANHA