‘Erdogan terorê li dijî me bi kar tîne û civaka navdewletî bê deng e’

Şêniyên herêma Serêkaniyê gihîştin xeta sînor da ku dest bi çalakiya mertalên zindî bikin û derfet nedin dewleta Tirk a dagirker ku êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û got "Erdogan li dijî me terorê bi kar tîne û civaka navdewletî bê deng e."

‘Erdogan terorê li dijî me bi kar tîne û civaka navdewletî bê deng e’
‘Erdogan terorê li dijî me bi kar tîne û civaka navdewletî bê deng e’
‘Erdogan terorê li dijî me bi kar tîne û civaka navdewletî bê deng e’
‘Erdogan terorê li dijî me bi kar tîne û civaka navdewletî bê deng e’
‘Erdogan terorê li dijî me bi kar tîne û civaka navdewletî bê deng e’
19 kanûn, 2018   11:05

SERÊKANIYÊ

Bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê bi hemû pêkhateyên xwe li pêşiya mala gel a bajêr kom bûn û ber bi xeta sînor ve meşiyan da ku dest bi çalakiya mertalên zindî bikin.

Gelê Serêkaniyê bi meşekê ji ber mala gel ber bi sînorê Tirkiyê ve meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Bijî yekitiya gelan", "Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re", "Na ji terora Erdogan re", "Na ji bêdengiya navdewletî re der barê komkujiyên çeteyên Erdogan de li dijî sivîlan" hatin hildan. Her wiha meşvanan dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berz kirin.

Meşvanan diyar kir ku Erdogan terorê li dijî wan bi kar tîne û li beramberî vê yekê jî civaka navdewletî bê deng e.

Paşê meş gihîşt xeta sînor û çalakvanan dest bi danîna konan kir da ku nobedariyê bikin û derfet nedin dewleta Tirk a dagirker ku êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Tê payîn ku di nava çend saetan de çalakî dest pê bike. Hemû endamên sazî û şêniyên ku tev li çalakiyê bûne dê mertlanên zindî li dijî êrşên dewleta Tirk a dagirker ava bikin.

(bx)

ANHA