Koçberên kampên Hol û Erîşê gefên Erdogan şermezar kirin

Koçberên kampên Hol û Erîşê diyar kir ku ew ji ber dojeha şer û terorê ji herêmên xwe reviyane û wiha got: “Me ji bo jiyaneke ewle berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Niha dagirkeriya Tirkiyeyê gefan li van herêmên ewle dixwe, em bang li êlên Ereb dikin ku bi erka xwe rabin."

Koçberên kampên Hol û Erîşê gefên Erdogan şermezar kirin
19 kanûn, 2018   10:28

HESEKÊ

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedema ewlehî û sîstema demokratîk a li herêmê malovaniyê ji bo bi hezaran koçberên ku ji ber çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê reviyane, dike. Koçberên kapmên Hol û Erîşê jî hinek ji van koçberan in. Koçberên kapmên Hol û Erîşê yên girêdayî kantona Hesekê bertek nîşanî gefên êrîşan ên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan dan.

Koçberên Hol û Erîşê bi daxuyaniyan gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin. Daxuyanî li kampa Holê ji aliyê endamê meclisa kampê Ebdilmelik El-Îbêdî û li kampa Erîşê jî ji aliyê endamê Meclisa Kampa Erîşê Xalid Silêman El-Raşid ve hatin xwendin.

Di her du daxuyaniyan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze îstîkrara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji gelek koçberan re deriyê xwe vekiriye, bike hedef.

Her wiha di her du daxuyaniyan de hat gotin ku Tirkiye dixwaze ji nû ve çeteyên DAIŞ`ê vejîne ku kêm maye ji holê bên rakirin.

Koçberan teqez kir ku bi saya QSD`ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku hemû pêdiviyên wan bi cih tînin, ew bi ewle dijîn.

Di daxuyaniyan de diyar kirin ku koçber ji ber hovîtiya şer û terorê ji herêmên xwe reviyane û berê xwe dane cihên ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Niha jî Tirkiye wekî komên çete gefan li herêmê dixwe.

Di her du daxuyaniyan de gefên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin û bang li êlên Ereban kirin ku bi erka xwe rabin û ji bo her cure êrîşên li ser herêmên ku bi xwîna şehîdan hatin rizgarkirin, amade bin.

(jo)

ANHA