Çalakiya şermezarkirina gefên Erdogan di roja xwe ya 3`yemîn de ye

Çalakiya kon a şermezarkirina gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê welatiyên kantona Kobanê di roja xwe ya 3`yemîn de berdewam dike.

Çalakiya şermezarkirina gefên Erdogan di roja xwe ya 3`yemîn de ye
Çalakiya şermezarkirina gefên Erdogan di roja xwe ya 3`yemîn de ye
Çalakiya şermezarkirina gefên Erdogan di roja xwe ya 3`yemîn de ye
Çalakiya şermezarkirina gefên Erdogan di roja xwe ya 3`yemîn de ye
Çalakiya şermezarkirina gefên Erdogan di roja xwe ya 3`yemîn de ye
Çalakiya şermezarkirina gefên Erdogan di roja xwe ya 3`yemîn de ye
19 kanûn, 2018   10:08

KOBANÊ

Konê çalakiya şermezarkirina gefên Recep Tayyîp Erdogan di roja xwe ya 3`yemîn de li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê bi tevlêbûna sedan kesan berdewam dike.

Rêveberiya Xweser ya Herêma Firatê serdana konê çalakiyê kir û dê îro nobetê bigire.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Mislim di konê çalakiyê de axivî û wiha got: “Me îro dest bi çalakiya vî konî kiriye ji bo ku em li dijî gefên Tirkiyeyê bisekinin û em tu carî ji gefên wan natirsin.”

Enwer da zanîn ku dê di pêşerojê de projeya neteweya demokratîk bibe mînak ji gelê Rojhilata Navîn re û dê bi yekitiya gelan Sûriyeyeke demokratîk ava bikin."

Her wiha hevserokê Meclisa Şaredariya Herêma Firatê Şêx Ehmed Hemo axivî, di destpêka axaftina xwe de spasiya çalakvanan kir û wiha got: “Divê em ji îro û pê ve kesên ku sînoran nas nakin, pêşiya wan bigirin û êdî bêdengî  bes e û kesên ku nikarin helwestên xwe li beranberî van gefan diyar bikin, em banga xwe li wan jî dikin."

(sn-hh)

ANHA