Jinên Reqayê xebatên xwe yên salekê nirxandin

Jinên bajarê Reqayê piştî avakirina Rêveberiya Jinan a Reqayê bi civînekê kar û xebatên xwe yên salekê nirxandin.

Jinên Reqayê xebatên xwe yên salekê nirxandin
19 kanûn, 2018   10:48

REQA

Rêveberiya Jinan a Reqayê bi armanca nirxandina kar û xebatên xwe yên salekê û plansaziya xebatên pêşerojê civîna xwe ya salane li dar xist.

Hemû jinên saziyên bajêr, Rêveberiya Jinan a Reqayê, endamên hêzên Ewlehiya Hundirîn – Jin û endamên Yekitiya Jinên Ciwan tev li civînê bûn.

Di civînê de endama Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Jinan a Reqayê Selîha El-Elî got ji destpêka aloziya Sûriyê ve heta niha jî serê hêzên desthilatdar ku hewl didin hegemonyaya xwe li ser herêmê ferz bikin û berjewendiyên xwe pêk bînin, didome.

Selîha diyar kir ku şêniyên ku li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne, gelek zehmetiyan dibînin, rastî kiryarên derexlaqî tên û wiha anî ziman: "Armanca dagirkeran ji gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku tevna niştîmanî xira bikin, pîvanên neteweya demokratîk û biratiya gelan ku li herêmê pêk tê, têk bibin."

Ji rêveberên Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem El-Ebo rewşa jinan li Reqayê piştî ku ji çeteyan hate rizgarkirin û destkefiyên ku bi dest xistine nirxandin û destnîşan kir ku ji ber kiryar û hovîtiya çeteyan jinan gelek zor û zehmetî dîtin û hemû mafên wan hatibûn binpêkirin.

ANHA