Gazincên şêniyan sextekariya firinê derxist holê

Komîteya Firin û Zimhêrê bi hevkariya Komîteya Zimhêrê ya Şaredariya Gel a gundê Mihêmîdiye ji ber gazincên gel ên di der barê çêkirina nan de komîteyeke şopandinê ava kir.

Gazincên şêniyan sextekariya firinê derxist holê
Gazincên şêniyan sextekariya firinê derxist holê
Gazincên şêniyan sextekariya firinê derxist holê
Gazincên şêniyan sextekariya firinê derxist holê
19 kanûn, 2018   09:19

DÊRAZOR

Gundê El-Hesan yek ji gundên rojavayê bajarê Dêrazorê ye. Nêzî 20 hezar kes ji gundên derdorê, nanê xwe ji firina gundê El-Hesan digirin.

Şêniyan gilî û gazincên xwe yên ji bo nebaşbûna nan rakirin Komîteya Firin û Zimhêrê ya Şaredariya Mihemediyê. Komîteyê bi hevkariya Komîteya Zimhêrê ya Şaredariya Gel a gundê Mihêmîdiye re ji ber gazincên gel ên der barê çêkirina nan de komîteyeke şopandinê ava kir.

Di encama şopandindê de hate dîtin ku madeya kepek û toza daran tev li ard hatiye kirin. Ev jî dibe sedema giranbûna nan û bi vî awayî jî buhayê nan bilind dibe.

Hevserokê Meclisa Gel a gundê El-Hesan, Ehmed El-Hesûn got ku ev du roj e ku firin nanê nebaş difiroşe û wiha agahî da: “Madeyên kepek û toza daran dixin nava ard. Di heman demê de miqdareke mezin hevîrtirş dixin nava ard. Ev jî dibe sedem ku bêhneke nexweş ji nan were.”

Berpirsên komîteyê got dê hesab ji kesên sextekar bixwazin. Komîteyê dest bi lêkolînê kir û diyar kir ku heger were xwestin dê cezayê pereyan ji xwediyê firinê re bibirin û firinê bigirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Zimhêrê ya Şaredariya Gel a Mihêmediyê der barê heman firinê de sextekarî girtibû.

(bx)

ANHA