Jinên Efrînê bîranînên xwe yên bi Ocalan re parve kirin

Jinên kantona Efrînê di şevbêrkekê de bîranên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re parve kirin.

Jinên Efrînê bîranînên xwe yên bi Ocalan re parve kirin
Jinên Efrînê bîranînên xwe yên bi Ocalan re parve kirin
Jinên Efrînê bîranînên xwe yên bi Ocalan re parve kirin
Jinên Efrînê bîranînên xwe yên bi Ocalan re parve kirin
Jinên Efrînê bîranînên xwe yên bi Ocalan re parve kirin
Jinên Efrînê bîranînên xwe yên bi Ocalan re parve kirin
Jinên Efrînê bîranînên xwe yên bi Ocalan re parve kirin
19 kanûn, 2018   09:13

ŞEHBA

Di çarçoveya çalakiyên piştgiriya ji bo hevseroka KCD`ê û Parlamentera HDP`ê Leyla Guven û daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, Kevana Zêrîna ya Kantona Efrîn şevbuhêrkek stranan li Kampa Serdem a Kantona Şehbayê li dar xist.

Di şevbuhêrkê de şênî, endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn, saziyên sivîl û Kongreya Star amade bûn. Şevbêrkê bi pêşwazîkirna mêvanan dest pê kir.

Paşê jinên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûniştine, li ser girîngiya mezin ku daye jinan û çandina hezkirinê di nava gelan û pêkhateyan de got, jinan hevdîtina xwe bi Ocalan wiha bi nav kir: "Ronahiyê dide cihê ku lê dima."

Jinan diyar kir ku ronahiya azadiyê bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û xwediyê projeya demokratîk e ku parastina çand û zimanê  hemû gelan kir, dûrî zîhniyeta desthilatdar.

Jinan destnîşan kir ku hevdîtina wan bi Ocalan re hiştiye xwedî kesayetên berpirsyar bin li hember doza Kurd û soza xwe bi şehîdan re nû dikin ku ew ê heta dawiyê li qada têkoşîna azadiya Ocalan bin.

Di şevbêrkê de Koma Şehîd Rojava û Şehîd Hêva ya girêdayî Kevana Zêrîn stranên kevn ên Efrînê û li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina jinan û xwestina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(jo)

ANHA