Li Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî dest pê dike

Pêkhateyên herêma Serêkaniyê li pêşiya Mala Gel kom bûn û ji wê derê berê xwe da xeta sînor da ku bibin mertalên zindî û derfet nedin artêşa Tirk a dagirker ku êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Li Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
Li Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
Li Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
Li Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
19 kanûn, 2018   08:55

SERÊKANIYÊ

Di van kêliyan de bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê bi hemû pêkhateyên xwe li pêşiya Mala Gel kom bûn da ku berê xwe bidin xeta sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de da ku derfet nedin artêşa Tirk a dagirker ku êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Tê payîn ku şênî di nava çend saetan de berê xwe bidin taxa Ronahî ya li ser sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de. Komîteya amadekar diyar kir ku çalakiya wan dê hefteyekê dewam bike û hemû şêniyên herêmê dê nobedê bigirin.

(bx)

ANHA