Divê herkes beşdarî refên parastinê bibe

Hêzên Parastina Civakî ya herêma Dêrikê li rex Hêzên Ewlekariya Hundirîn di xurtkirina aramî, ewlehî û parastina şêniyan de rol dilîze.

Divê herkes beşdarî refên parastinê bibe
Divê herkes beşdarî refên parastinê bibe
Divê herkes beşdarî refên parastinê bibe
Divê herkes beşdarî refên parastinê bibe
Divê herkes beşdarî refên parastinê bibe
Divê herkes beşdarî refên parastinê bibe
Divê herkes beşdarî refên parastinê bibe
Divê herkes beşdarî refên parastinê bibe
19 kanûn, 2018   08:54

ISAM ABDULLAH-NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê komên çekdar ku desteka xwe ji hin dewletên herêmî û navdewletî  digirtin derketin û di encamê de sivîl li gelek bajarên Sûriyê hatin kuştin û koçberkirin.

Lê rewş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cuda ye. Şêniyan bi armanca parastina destkeftiyên şoreşê û milkên xwe saziyên sivîl û leşkerî kirin.

Hêzên Parastina Civakî jî yek ji van hêzane. Piştî lidarxistina konferansa xwe ya yekemîn li Rimêlan di destpêka sala 2015'an de bi awayekî fermî avakirina Hêzên Parastina Civakî hate ragihandin. Erka hêzê ye ku piştgiriya YPJ, YPG û QSD'ê bike û bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriyeyan bimeşîne û bajar û gundan biparêze.

Li herêma Dêrikê bi sedan şênî tev lî vê hêzê bûne. Ev hêz bi armanca piştgiriya QSD'ê tev li her du pêngavên Holê û Şedadê jî bûne.

Hêzên Parastina Civakî bi rêya komîteyên rêveberî li gorî pergalek kar û xebatên xwe dimeşîne û dewreyên bîrdozî û leşkerî ji endaman re vedike.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Hêzên Parastina Civakî ya Jin a Dêrikê Şêrîn Ferho di hevpeyvînekê de li gel ajansa Hawarê  axivî û got: "Piştî avakirina navenda Hêzên Parastina Civakî, jinên bajarê Dêrikê navendek taybet a Hêzên Parastina Civakî ya Jin vekirin."

Şêrîn teqez kir ku armanca hêzê ew e ku tevahiya civakê û bi taybet jin li ser bikaranîna çek û xweparastinê di rewşê awarte de perwerde bikin.

Di berdewama gotinên xwe de Şêrîn diyar kir ku perwerdekirina civakê daxwaz û armanca wan e û dê bi hemû keda xwe civakê ji xeteriya hundirîn û derve biparêzin. Şêrîn anî ziman ku Hêzên Parastina Civakî hemû çalakî û merasîmê ku li herêmê lidar dikevin diparêzin.

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Hêzên Parastina Civakî Şailan Elî got: "Di destpêkê de me bi navê meclisan xebatên parastinê dimeşand, heta ku Hêzên Parastina Civakî ava bû û şênî ji temenê 18 salî û jor de tev lê bûn."

Şailan teqez kir ku xweparastin (parastina cewherî) bingeha şoreşê ye û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku bi taybet di vê demê de tevlî hêzê bibin.

(şx)

ANHA