Erdogan siyaseta Osmanî di hedefgirtina gelên herêmê yên resen de bi cih tîne

Êzidiyên navçeya Tirbespiyê teqez kirin ku gefên Erdogan dirêjkirina siyaseta dewleta Osmanî ne û qirkirina gelên herêmê yên resen armanc dikin û bang li gelê herêmê kirin ku li dora hêzên leşkerî kom bibin tevlî berxwedanê bibin.

Erdogan siyaseta Osmanî di hedefgirtina gelên herêmê yên resen de bi cih tîne
19 kanûn, 2018   06:15

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM/QAMIŞLO

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan û rayedarên Tirk bi awayekî domdar gefa êrîşan li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û parastina ewlehiya Tirkiyê ya neteweyî ji bo gefên xwe dike hincet.

Gefên Tirkiyê rojane rastî nerazîbûnên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê. Şêniyan teqez dikin ku wan êrîşî tu kesekî nekirine, ji ber wê ew ê hebûn û xaka xwe biparêzin.

Êzidiyên navçeya Tirbespiyê bi rêya ajansa Hawarê teqez kirin ku Tirkiye gelên herêmê yên resen dike hedef. Her wiha diyar kirin ku siyasetên Tirkiyê yên niha dirêjkirina siyasetên dewleta Osmanî ya ku li ser gelên Rojhilata Navîn ên resen hatiye avakirin.

Welatiyê bi navê Berzan Selo destnîşan kir ku gefên Tirkiyê ne nû ne. Tirkiye bi armanca dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta roja me ya îro destek û piştgiriya DAIŞ'ê dike. Berzan destnîşan kir ku gelê herêmê yekîtî û hevgirtina xwe ji bo sekinandina li hember êrîşan û qewirandina DAIŞ'ê ava kirine.

Di dawiya gotinên xwe de Berzan bang li hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkman û Êzidî kir ku hevgirtina xwe ava bikin û bi îdiayên Erdogan ê ku hewl dide fitneyan di navbera gel de biçîne neyên xapandin. Selo destnîşan kir ku divê gel li dora QSD'ê kom bibin û piştgiriya wê bikin û li hember dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin.

Ji aliyê xwe ve welatiya Êzidî yê bi navê Newroz Şaqo got ku, gefên Erdogan ên li dijî herêmê dirêjkirina siyaseta dewleta Osmanî ye û anî ziman û diyar kir ku ev siyaset gelên herêmê yên resen dike hedef. Newroz xuya kir ku Komkujiyên Tirkiyê li ser gelê Ermen, Kurd û Êzidî li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Şengalê şahidê wan siyasetan e.

Di berdewama gotinên xwe de Newroz destnîşan kir ku siyastên Tirkiyê yên hovane li dijî gelên resen ji berê ve tên zanîn. Newroz siyasetên Tirkiyê li herêmê wiha rave kir: "Tirkiye bi rêya lihevkirinan bi dewletên cîran re van siyasetan dimeşîne û dagirkirina Efrînê mînaka vê lihevkirinane û niha hewl dide heman tişt li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare bike."

Di dawiya gotinên xwe de Newroz teqez kir ku gelên herêmê ruxmî şerên ku li ser vê xakê rû dane dest ji xaka xwe bernedane û niha jî dê dest ji xaka Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernedin. Ji ber ku gelên herêmê bi xaka xwe ve girêdayî ye û azadîxwaz e.

Artêşa Tirk a dagirker di 20'ê Çileya 2018'an de bi hemû cureyên çekên pêşketî êrîşî Efrînê kir û piştî berxwedana YPJ û YPG'ê ya destanî di dirêjahiya 58 rojan de di 18'ê Adarê de artêşa Tirk Efrîn dagir kir. Bi dagirkirina Efrînê re artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên hovane bi armanca qirkirinê li ser sivîlan pêk anî. Beriya çend rojan serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan daxuyanî dabû ku wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Ev siyaseta Erdogan dirêjkirina siyasetên dagirkeriyê li ser xaka Sûriyê ye piştî ku Cerablus, Bab, Ezaz û her dawî Efrîn dagir kiriye.

(şx)

ANHA