Kurdên li Lubnanê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin

Kurdên li paytexa Lubnan Beyrûtê jiyan dikin têkildarî zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker û êrîşa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker li ser Mexmûr û Şengalê li hev kom bûn.

Kurdên li Lubnanê dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin
16 kanûn, 2018   20:23

BEYRÛT

Bi dehan kurdên li Beyrûtê dijîn li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Wargeha Penabera a Rustem Cûdî ya Mexmûr û Şengalê, her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gefên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûn.

Di kombûnê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên hatinbûn vekirin.

Kombûn bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê bi navê kurdên li Lubnanê Ehmed Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "

Li ser navê Meclisa Gel a Lubnanê û komeleya Newroz ya Çand û Civakî banga me ji raya giştî re, civaka sivil a navnetewî, Neteweyên Yekbûyî, gelên Rojhilata Navîn û tavahî mirovahiyê re.

Di 13.12.2018'an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser Mexmûr û Şengalê êrişên hovan û barbarî pêk anî. Di encamê êrişên dagirkeriyê de li Wargeha Rustem Cûdî de 4  û li Şengalê 3 mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di serî de em sersaxiyê ji malbatên şehîdan, gelê Şengal, Mexmûr, her wiha Rêberê Apo re dixwazin.

Em dewleta Tirk a dagirker, Serok çete Erdogan, hukumeta AKP şermezar û lanet dikin. Gefên dewleta tirk a dagirker, ne ji rêzê ne. Dewleta tirk a dagirker ji sala 2016'dan şûn tecrîda giran li ser rêber Apo ferz kiriye. Tecrîd roj bi roj kûrtir kir. Serok çete Erdogan bi alîkariya hêzên nawdewletî û hêzên herêmî yên nijatperest re li Kerkûk heta Efrînê êrişên dagirkerî pêk anî. Gefên Erdoganli ser Başûr, Rojava, Mexmûr û Şengalê ne tenê dijminahiya gelê Kurd û Kurdistanê ye, di heman demê de dijminahiya destkeftiyên şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê, Şengal û Mexmûr e.

Gelê Kurd bi felsefe rêber Apo û bi berxwedaniya 40 salan gehişt vê astê. Bi xwîna dahan hezaran şehîd Şoreşa Rojava, Şengal û Bakûrê Sûriyê pêk hat. Ev felsefe ji bo gelên Rojhilata Navîn, ji bo gelê Kurd û jinan ronesans e, şoreşeke rewşenbîrî, adalet, axlaq û biratiya gelan e. Şoreşa aşitî, azadî û biratiya gelan e.Şoreşa Netewa demokratîk a ku mafê hemû gelan,olan û çandan, pêşeroja mirovahî mîsoger dike ye.

Serokê çete Erdogan bi êrişên dagirkerî û gefan dixwaze aramiya heremê têk bibe, axa Sûriyê û Kurdistanê dabeş bike, di heman demê de destkeftiyê Kurdan bişîkine.Tovê fikr û ramanê Rêber Apo  li Rojava, Bakûrê Sûriyê, li Mexmûr û Şengalê hatiyê çandin. Ev tovê jiyana azad.

Şoreşa jin roj bi roj li tevahî cîhanê belav dibe. Lew re Serok çete Erdogan bi êrişên dagirkerî û gefan dixwazê ev şoreşa bi rûmet têk bibe. Li Ewrupa, li Tirkê û çar parçeyên Kurdistanê, di girtîgehan de gelê Kurd û dostên gelê Kurd ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne.

Dîktaroriya Erdogan ji bo ku çalakiya, Leyla Guven û berxwedaniya girtîngeha bêdêng bike, berê hilbijartinên xwecihî dest bi komployan dike.

Na ji dagirkerî ya Tirk re, na ji Osmanliya nû re, na ji Serok çete Erdogan re. Divê gelê Tirk, Kurd û gelên Rojhilata Navîn li hember gefên Erdogan rabin ser piyan. Divê Erdoganê nijadperest di qada navnetewî de weki sûçdarê şerê were darizandin. Divê hukumeta herema Kurdistanê û hukumeta Iraqê hember gefên Erdogan helwesta xwe zelal bikin.

Banga me ya dawî ji Amerîka û Koalisyona Navdewletî re ye ew e ku li hember dagirkeriya Tirk helwesta xwe zelal bike. Biryara Amerîka her sê pêşêngên PKK‘ ne biryarên axlaqî û mirovahî ye lê belê biryareke siyasî ye.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmeyên" Bujî Serok Apo, bijî Kurd û Kurdistan, bijî biratiya gelan û şehîd namirin hatin berzikirin.

ANHA