Ebdulhemîd Derwîş banga civîna awarte li partiyên kurdî kir

Girêdayî gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê civîneke çapemeniyê li buroya xwe ya bajarê Qamişlo li dar xist. Ebdulhemîd Derwîş bi hêvî kir ku hemû partiyên kurdî beşdarî civîna roja pêncşemê bibin.

Ebdulhemîd Derwîş banga civîna awarte li partiyên kurdî kir
16 kanûn, 2018   19:39

QAMIŞLO

Sekretêrê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Ebdulhemîd Derwîş bang li rewşenbîr û akademisyenên Kurd kirin ku destekê bibe însyatîfan wan û bêdeng nemînin.  Ebdulhemîd Derwîş pirsa çima Kurd nabin yek? Kir û got Heger dengê wan bibe yek dê bi hêztir bibe û bighêje raya giştî.

Ebdulhemîd Derwîş bang li partiyên siyasî yên kurdî kir ku destê xwe bibin hev, bicivin û nîqaş bikin û bighêjin armancê û ev tişt got: "Ji ber krîza ku niha em tê de dijîn , pêwîstî bi xebateke hevpar heye ku em encamên bê windahî bi dest bixin."

Derwîş her wiha got: "Ez wekî bira ji we dixwazim ku hûn nakokiyên xwe bidin aliyekî û helwestên xwe yên neyinî derbas bin. Em me dijminên hev in, berevajî vê em heval û biran e. Em dikarin doza xwe ya Kurdî li Sûriyeyê çareser bikin. Ma hûn krîza heyî ya Sûriyê nabînin piştî ku ket destê terorsên ku xaka bi navê îslamê parçe kirin."

Derwîş hêvî kir ku hemû paratiyên siyasî yên Kurd roja pêncşema bê li hola Dr. Nûredîn Zaza kom bibin û çawaniya peydakirina formeke hevpar nîqaş bikin.

Têkildarî gefên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûrieyê endamê Buroya siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Ehmed Silêman jî got: "Em gefxwarinên Tirkiyê yên dawî bi ciddî dibînin. Em dibînin ku zimanê gef ji aliyê Tirkiyê ve hinekî kêm bûye, lê hê jî hermên me di bin xeteriyeke mezin de ye. Li ser vê yekê pêwîstî bi tevegereke siyasî heye da ku ev pirsgirêk çareser bibin."

Ehmed Silêman hêvî kir ku hemû paratiyên siyasî beşdarî civîna ku li avahiyan wan were lidarxistin bibin û diyar kir ku ev civînê wê bikeve xizmeta gelê Kurd.

Ebdulhemîd Derwîş destnîşan kir ku bi hikûmeta Sûriyê, Rûsya û Amerîkayê re li ser van pirsgirêkan hevdîtinan bikin û got: "Em ê ji wan re diyar bikin ku herêmên kurdî bi ewle ne, me êrîşî Tirkiyeyê nekiriye û me li dijî wan şer nekiriye. Em dibêjin ku hikûmeta Sûriyeyê jî xwediyê vê erdî ye, nabe li hemberî gefên Tirkiyeyê bêdeng be."

Sekretêrê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Ebdulhemîd Derwîş beriya çend rojan li dijî gefên Tirkiyeyê  banga lidarxistina civînekê li partiyên kurdî kiribû û gotibû: "Li dijî gefxwarinên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên kurdî divê tevgerên siyasî yên kurdî bi cidiyet nêz bibin. Ez bang li hemû partiyên kurdî dikin ku beşdarî civîna ku roja pênşemê 20.12.2018‘an, saet 10 sibehê ya li hola Dr. Nûredîn Zaza bibin."

ANHA