Balafirên şer gundên Bradost bombebaran kirin

Balafirên şer yên dewleta Tirk gundên Lêtan, Deraw û Suî Bapîr yên herêma Bradostê bombebaran kirin.

Balafirên şer gundên Bradost bombebaran kirin
16 kanûn, 2018   19:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîşên dewleta Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Li gorî nûçeya Rojnews balafirên şer gundên herêma Bradostê bomebaran kirin.

Hêjî nayê zanîn bê ka di encama êrîşê de ziyanek çêbûye yan na. Lê balafir bi nizmî li ser herêmê difirin.