Tornoveya taykwendo bi serkeftina  Dibistana Nimûr qediya

Dibistana Nimûr a Taekwondo xelata yekemîn a Tornovaya Herêma Cizîrê ya werzîşa taykwendo ya beşê mêr wergirt.

Tornoveya taykwendo bi serkeftina  Dibistana Nimûr qediya
Tornoveya taykwendo bi serkeftina  Dibistana Nimûr qediya
Tornoveya taykwendo bi serkeftina  Dibistana Nimûr qediya
16 kanûn, 2018   18:33

HESEKÊ

Yekîtiya Werzîşê duh tornovaya werzîşa Taykwendo beşa jin, zarok û ciwanan li hola Senabil a bajarê Hesekê orgenîze kiribû. dibistana Nimûre ya Taekwondo beşa Jin xelata yekemîn girtibû. Îro dîsa jî heman dibistan lê beşa mêr xelat wergirtin.

48 lîstikvan di nava 6 tîman de beşdarî tornoveya Herêma Cizîrê ya Taykwendo bibûn "Dibistana Nimûr a Hesekê, Navneda Amûdê, Navenda Dêrik, Siqûr, Roj û Berxwedan".

Tornovaya îro bi axaftina destpêkê ji hêla berpirsê werzîşa taekwendo yê Herêma Cizîrê Ebdulezîz Abî ve hate kirin. Abî kêfxweşiya xwe bi orgenîzekirina tornovayê anî ziman ku ev sal in li pey ve tê liarxistin.

Her wiha Abî destnîşan kir ku serkeftina her tîmek an jî lîstokvanek tê wateya serkeftina tornovayê û hemû lîstokvanên beşdar. Ji ber ku wan mercên herêmê yên dijwar derbas kirine û peyamek ji hemû aliyê ku bi karînên şêniyên herêmê biguman in rêkirin û asta Rojava di vê werzîşê de destnîşan kirin.

Di dawiyê de Abî hêvî kir ku hejmara beşdarên tornovayê di sala bê de ji ya îsal zêdetir be.

Piştre tornova beşa mêr û ciwanan destpê kir û rojekê berdewam kir.k

Di tornovayê de 20 lîstokvanên ku beşdarî gelek tornovayên navdewletî û herêmî bûne derveyî Rojava-Baurê Sûriyê lîstin.

Tornova bi serkeftina dibistana Nimûr di asta yekemîn de bi 81 noqteyan, duyemîn Navenda Amûdê 32 noqt û Navenda Dêrikê 27 noqteyan bi dawî bû.

(şx)

ANHA